Bavê Elaedîn Emîn: Ez xwîna kurê xwe dixwazim, bila kujer werin eşkerekirin

Qamişlo (Rûdaw) - Dosyeya kuştina welatiyê Kurd ê xwedî nasnameya Swêdê, Elaedîn Emîn, di zindanên Rêveberiya Xweser de, hîn jî nehatiye girtin.

Malbata wî daxwaza dadperweriyê dike û dixwaze kujerên kurê wan werin eşkerekirin. Rêveberiya Xweser jî diyar dike ku lêkolînên wan ên li ser dosyeyê de didomin.

Dosyeya kuştina Elaedîn, radestkirina termê wî û şewitandina konê wî hîn nehatiye girtin.

Malbata wî daxwaza dadperweriyê dike û dixwaze zanibe ew hêza ser bi Rêveberiya Xweser a ku kurê wan ji ber deriyê malê bir, çima wilo kiriye?

“Ez dixwazim kujerên kurê min derkevin holê”

Bavê Elaedîn Emîn Ednan Emîn ji Rûdawê re got, “Ez dadperweriyê dixwazim, mafên xwe dixwazim, bila xwîna kurê min neçe, bila ewên ku wilo kirine ji min re derxin û ez tiştekî din naxwazim.

Ez çûm min cenaze wergirt, min ew nas kir, bêvila wî şikestibû, lê min tehamul nekir, ez derketim.”

Li tenişta Komîteya Lêkolînê ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser şandeke ku 10 kesan jî pêk anî mala bavê Elaedîn Emîn ziyaret kir.

Lêkolîn berdewam dike

Siyasetmedar û endamê şandeya Rêveberiya Xweser piştî ziyareta mala Elaedîn Emîn ji Rûdawê re got:

“Em wekî Rêveberiya Xweser çûn, me ew ziyaret kirin, me sersaxî ji wan re xwest û me ji wan re got, Lêkolîn dıdome heta encam derkevin em dê ji we re bêjin. Eger binpêkarî hebe û dê ceza were xwestin û eger sûc jî hebe wê rastî were eşkere kirin.’

Hîn lêkolîn didome ji ber ku gelek tişt bi hev ve girêdayî ne, ne tiştekî piçûk e. Dema ku lêkolîn bi dawî bibe wê her tişt were diyarkirin.

Elaedîn xortê Kurd ê 33 salî ku xwediyê nasnameya Swêdê ye, di dema serdana xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê di Çiriya Pêşîn a 2025an de hate girtin û 8ê Adara îsal ji malbata wî re hate gotin werin kurê xwe bibin.

Malbata Elaedîn Emîn termê kurê xwe ji nexweşxaneyê biribû û li ser termê Elaedîn Emîn şopên şkenceyê hebûn.