Tehran di bin bombebarankirina giran a balafir û mûşekên Îsraîl û Amerîkayê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 14an a şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Komara Îslamî ya Îranê de, zêdetirî 100 cih li nav bajêr û derdora Tehranê hatin bombebarankirin.

Ji berê sibeha înê heta nîvê şevê, balafir û mûşekan li zêdetirî 30 cihên Tehranê êrişî armancan kir.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê doh 5 dronên Îsraîl û Amerîkayê ji aliyê pergala parastina asmanî ya Îranê ve hatin xistin.

Li gorî wê daxuyaniyê, ji destpêka şer ve heta niha 114 dronên Amerîka û Îsraîlê ji aliyê pergala parastina asmanî ya Îranê ve hatine xistin.

Her wiha doh, Îran û komên "Berxwedana Îslamî" yên girêdayî Îranê li Îraq, Îmarat, Behrên, Qeter, Uman, Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistan êrişî gelek cihan kirin.

Tehran

Di navbera saet 03:00 û 06:00 berê sibeha înê de, li gelek tax û kolanên Tehranê (Eraqî, Lewasan, Wehîd, Seyîdxendan, Mûnîriyye, Merzdaran, Yûsif Abad, Zehferanîye, Ebûzer, Perestar, Dewletxa, Canbazan, Sohrewerdî, Pasdaran, Kolana Pêncê ya Pîrozî, Înqilab, Tehran Ser, Dewlet Abad, Felah, Behar, Fatimî, Kargera Şûmalî, Şehriyar, Setarxan, Nazî Abad, Saadet Abad) bi dehan cih hatin bombebarankirin.

Ew kesên ku nûçe û vîdeoyên bombebaranan belav kirine, diyar dikin ku hinek armanc 3 heta 4 caran hatine bombebarankirin.

Her wiha dengê teqînan li gorî rojên borî bilindtir bûye. Di heman demê de, êrişî çend armancan li derdora Balafirgeha Mehrabad a Tehranê hat kirin.

Nîvroja înê, li devera Xaweran a Tehranê, nêzîkî merasîma binaxkirina heşt kesan ji hêzên kuştî yên Îranê, dronêk teqiya.

Her wiha li hemberî stadyuma Azadî ya Tehranê, cihekî ku dihate gotin baregeha hêza taybet a polîsan bû, hate armanckirin.
Roja înê, li nav bajarê Tehranê li Çarxerêya Welî Esr û her wiha nêzîkî cihê meşa Roja Qudsê ya li Tehranê, çend teqînan li Kolana Fatimî û nêzîkî avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Îranê rû dan.

Şeva înê jî careke din bi balafiran êrişî Tehran û bajarên derdora wê hat kirin.

Li gorî zanyariyên belavbûyî, gelek cih li taxên Çîtger, Gîşa, Eqdesiye, Newab, Setarxan, Nîyeweran, Ekbatan, Lewîzan, Şehreka Xerab, Saadet Abad, Mûnîriye, Nowbunyad, Hekîmiye û Mehrabad û her wiha li devera Lewasan a Şemîranatê hatin bombebarankirin.

Medyayê belav kir ku avahiyên Wezareta Parastinê ya Îranê, her wiha xala sereke ya polîsê trafîkê ya Tehranê ber bi Kerecê ve di nav cihên bombebarankirî de ne.

Derdora Tehranê

Şeva înê, li çend cihên rojavayê bajarê Kerecê, bajarê Mehrşehr ê parêzgeha Elborzê û Îslamşehrê yê parêzgeha Tehranê jî çend cih hatin armanckirin.

Navendên pergala parastina asmanî û her wiha Navenda Pîşesazîya Leşkerî ya li Parçînê jî hatine armanckirin.
Çend depoyên li devera Tûrxuzabad a li bajarê Reyê ya Tehranê hatin bombebarankirin.

Îsraîl sala 2018an ragihand ku li depoyên wê deverê gelek belgeyên taybet bi bernameya atomî ya Îranê bi dest xistibû û ew ji Îranê derxistibû derve.

Her wiha li devera Feşafûyeya Hesenabad a li bajarê Rey ê Tehranê, çend armanc hatin bombebarankirin.

Niştecihên deverê ji medyayan re got ku piştî bombebaranê, çend teqînên bi hêz rû dane.

Navenda polîsê rêyên bajarê Qerçekê ya Tehranê jî nîvroya înê hate bombebarankirin.

Li başûrê rojavayê Tehranê jî, nêzîkî qeymeqamtiya bajarê Beharistanê hate armanckirin.

Li nav bajarê Şehrê Reyê yê Tehranê jî, nîvroya înê armanceke nêzîkî qeymeqamtiya bajêr hate bombebarankirin.

Deverên din

Ji berê sibeha înê heta nîvê şevê, Amerîka û Îsraîlê bi balafir û mûşekan êrişî çend cihên parêzgehên Qezwîn, Hemedan, Fars, Mazenderan, Îsfehan, Hurmûzgan, Xûzistanê kirin.

Nîvroya înê, çend caran çend cih li navendên pîşesazî yên Kaspiyan, Lîya, Elborz)a li bajarê Qezwînê jî hatin armanckirin.

Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku “li gundekî Qezwînê êrişa asmanî li ser mala xelkê sivîl hat kirin.”

Li derdora bajarê Hemedanê jî, berê sibeha înê çend armanc li nav bajarokê pîşesaziyê yê Bûeliyê hatin bombebarankirin.

Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku yek ji wan cihên ku hatibû armanckirin, "depoya şîrê hişk û dermanên taybet ên nexweşiyên demdirêj" bûye û bi temamî hilweşiyaye.

Li bajarê Bîhşehr ê li parêzgeha Mazenderanê 3 armanc bi balafiran hatin bombebarankirin.

Yek ji wan cihên ku hatibû bombebarankirin, bingeheke leşkerî ya li devera Seafî Abadê bûye ku ji bo kar û barên taybet bi çavdêriya asmanî tê bikaranîn.

Saet 16:00ê piştî nîvroyê, li Kolana Şêx Sedûqê ya Îsfehanê êrişî avahiyekê hat kirin.

Medyaya Îranê vîdeoya êrişê belav kiribû û tê de diyar dibe ku avahî bi temamî hilweşiyaye.

Êvara Înê, careke din bi mûşekan li nav balafirgeha girava Kîşê ya li başûrê Îranê hat xistin.

Şahidên bûyerê li wî bajarî belav kir ku 4 mûşek li balafirgehê ketine. Ji destpêka şer ve, Balafirgeha Kîşê her tim hatiye armanckirin.

Her wiha nêzîkî bajarê Dêzfulê li parêzgeha Xûzistanê, baregeha hêza piyade ya artêşa Îranê hate bombebarankirin.

Şeva înê li bajarê Şîrazê navenda parêzgeha Farsê jî, êrişî armancekê li nav navenda pîşesaziya elektronîk hat kirin.

Amarên Îsraîl û Amerîkayê

Artêşa Îsraîlê êvara înê belav kir ku şeva borî û berê sibehê îro, bi zêdetirî 90 balafiran û di 2 êrişan de, zêdetirî 200 bombe avêtine ser armancên xwe yên li Îranê.

Li gorî daxuyaniya Supaya Îsraîlê, wan bingehên avêtina mûşekan, cihên pergala parastina asmanî, baregeheke supayê û navendên Besîc û polîsan armanc kirine.

Artêşa Îsraîlê her wiha diyar dike ku wan cihekî armanc kiriye ku taybet bi lêkolînên derbarê bipêşketina mûşekên balîstîk de bûye.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pitt Hegses  ragihand ku heta niha hêzên Amerîka û Îsraîlê zêdetirî 15 hezar armanc li nav axa Îranê bombebarankirine.

14 roj di ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Komara Îslamî ya Îranê re derbas bûye.

Hîn jî amarên qurbaniyan li Îran û Rojhilata Kurdistanê bi fermî nehatine ragihandin.

Li Rojhilata Kurdistanê, çend welatiyên sîvîl ji ber wî şerî mirine û birîndar bûne. Gelek xanî û dikanên xelkê sivîl zerer dîtine.
Li gorî amarên dawîn ên ku Rêxistina Heyva Sor a Îranê roja înê belav kir di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de, 36 hezar û 593 xanî, avahî û cihên ne leşkerî hatine armanckirin.

Artêşa Îsraîlê û Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê diyar dike ku hêzên Îranê cihên ne leşkerî ji bo çalakiyên serbazî bi kar tînin.