Heta niha bi 280 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên bi mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Li gorî amaran, doh 33 êrişên din hatin kirin. Di encama van êrişan de efserekî Fransayê mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Di nav birîndaran de 3 sivîl hene ku 2 ji wan zarok in.
Heta demjimêr 12:00ê şeva pêncşemê, bi 280 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Heta vêga 233 mûşek û dron avêtine Hewlêr û gundewarên wê, 41 mûşek û dron avêtine Silêmanî û gundewarên wê.
Her wiha di destpêka şer de 4 dron avêtine Dihokê û 2 dron jî avêtine Helebceyê.
Amarên nû
Doh (12ê Adarê) kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li Hewlêrê "hinek" leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûn.
Kuştina efserekî Fransayê û birîndarbûna 6 leşkerên Fransiz ên li Hewlêrê hatin piştrastkirin.
Her wiha doh li yekê ji kampên Koyeyê maleke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi dronan hat bombebarankirin.
Di encamê de jinek, mêrek û zarokek birîndar bûn. Doh li taxa Qalawê ya Silêmaniyê jî ji ber ketina dronekê zarokek bi sivikî birîndar bû.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku di êrişên doh de ji xeynî leşkerên Fransiz, Pêşmerge birîndar nebûne.
Efserekî Brîtanyayî yê bi navê Guy Foden jî ji Ajansa Associated Pressê (AP) re gotiye ku bi gelek dronan êrişî baregeha Hewlêrê hatiye kirin ku leşkerên Brîtanya û Amerîkayê lê ne û "hinek" leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
Cihên ku rastî êrişan hatine
Cihên ku li Herêma Kurdistanê rastî êrişan tên roj bi roj zêde dibin.
Di êrişên dawî de gundê Mela Qereyê yê Hewlêrê, kampa Zewî Spî ya Koyeyê, taxa Qalawê ya Silêmaniyê û Mêrgepan hatin bombebarankirin.
Amarên giştî yên mirî û birîndaran
Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve bi 280 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest daye û 33 kes jî birîndar bûn.
Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye:
Kesek karmendê asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
4 kes Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn (2 li Hewlêrê û 2 li Silêmaniyê).
12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê hat kuştin.
Birîndar jî bi vî rengî ne: 3 karmendên asayîşê yên Balafirgeha Hewlêrê, 2 parêzvanên taybet ên baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Otela Tîtanîkê ya Silêmaniyê.
7 sivîl: Yek ji wan kuryeyê motoskîletê yê li Hewlêrê ye, yek li kampa Bacid Kendalê ya li Zaxoyê ye, perestarek li kampa Azadiyê ya Koyeyê, 3 sivîlên Rojhilatî li kampa Zewî Spî ya Koyeyê û zarokek jî li taxa Qalawê ya Silêmaniyê ye.
Her wiha 14 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 6 leşkerên Fransiz birîndar bûne.
Hejmara leşkerên Amerîkayê yên birîndar nehatiye eşkerekirin.
Kîjan herêm hatin bombebarankirin?
Hewlêr: Mela Qere, kampa Zewî Spî, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Roşinbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgelê, Çoman û Soran.
Silêmanî: Navenda Silêmaniyê, Mêrgepan, Qalawê, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirgiwêzê, gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, navçeya Kifriyê, hêzên fermandariya Pêşmergeyan, taxa Taslûceyê, çiyayê Zimnakoyê.
Dihok: Parzûngeha petrolê ya Sersingê, kampa Bacid Kendalê û gundekî Akrê.
Helebce: Çiyayê Sinruyê.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Îranê re 28ê Sibatê dest pê kir.
Ji roja ewil a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Piraniya êrişên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin kirin.
Her wiha komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê yên ku Îran piştgiriya wan dike, berpirsyariya piraniya êrişên li ser Herêma Kurdistanê girtiye ser xwe.