Kî ji kû derê bi kîjan dronan êrişî Herêma Kurdistanê dike?
Hewlêr (Rûdaw) - Ji 4 herêmên sînorî yên di bin kontrola 3 komên çekdar ên Heşdî Şebiyê de, bi 3 cure dronên xwemalî êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.
Devera herî dûr kêmtirî 80 kîlometreyan e.
Ji 28ê Sibatê ve ku êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê dest pê kiriye komên çekdar jî rojanerêrişî Herêma Kurdistanê dikin.
Li gorî lêkolînên Rûdawê, wan koman û hêzên Komara Îslamî ya Îranê di nava 13 rojan de bi 280 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê kirine.
Armanc diyar in ku piraniya wan saziyên sivîl in.
Lê belê cure û cihê texmînkirî yê avêtina dronan û ew hêzên ku li wan herêman berpirs in nehatine ragihandin.
Rûdawê di lêkolîneke xwe ya li gel berpirsên ewlehî û îdarî yên sînorê parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Kerkûkê de zanyarî li ser vê mijarê bi dest xistin.
Hinek caran çend kom berpirsyariya xwe ya di wan êrişan de radigihînin ku bi nav ne pêkhateyên fermî yên Desteya Heşdî Şabiyê ne.
Di nav wan de komên wekî "Ewliya Dem" û "Eshabulkehf" hene.
Li gorî lêkolîna Rûdawê, ew kom tenê nav in û rûyê komên çekdar ên din in da ku berpirsyarê rasteqîn ê êrişan veşêrin.
Nînowa: Deşta êrişan
Li gorî lêkolînan û li gorî gotinên berpirsên ewlehiyê yên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hinek ji wan êrişan ji sînorê parêzgeha Neynewayê li ser Hewlêr û qadên petrolê yên li Dihokê tên kirin.
Heta 7ê Adarê beşek ji wan êrişên bi dronan ji başûrê rojhilatê parêzgeha Nînowayê hatin kirin.
Bi taybetî li nahiyeyên Nemrûd û Bertelê ku Lîwaya 30yî ya Heşdî Şebiyê li wê deverê desthilatdar bû.
Ev lîwa bi Lîwaya Şebek tê naskirin û ji aliyê Mihemed Cemîl (Ebû Ehmed) ve tê birêvebirin.
Devereke din ku heta 7ê Adarê dihat gumankirin êriş ji wê bên kirin bakurrojhilatê Nînowayê bû.
Bi taybetî deverên Tilsiqof û Wankê ku di bin kontrola Lîwaya 50yî ya Heşdî Şebiyê de bûn ku ser bi Tevgera Babiliyonê ve ye.
Ev lîwa ji aliyê Usame Kildanî ve tê birêvebirin.
Ew birayê Reyan Kildaniyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Babiliyon a Xirîstiyan e ku beşek ji pêkhateyên Desteya Heşdî Şebiyê ye.
Ji 7ê Adarê ve lîwayên 66 û 76an ên ser bi Firqeya 16an a Artêşa Îraqê ve berpirsyariya sereke ya wê navçeya sînorî ya bi Herêma Kurdistanê re girt destê xwe.
Berê lîwayên 30 û 50yî li wê derê serdest bûn.
Çavkaniyekî berpirs li Nînowayê ji Rûdawê re got, "Piştî bicihkirina wan her du firqeyên artêşa Îraqê, ji wê derê ve bi dronan êriş nehatin kirin."
Niha tê gumankirin ku ji çend deverên din ên Nînowayê dronan biavêjin Hewlêrê.
Mîna deştên navçeya Beacê ya li başûrrojavayê Nînowayê û sînorê navçeya Hezerê ya li başûrê Nînowayê.
Navçeya Beacê 51 kîlometreyan û navçeya Hezerê 74 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr in.
Du komên Heşdî Şebiyê li wan her du deveran desthilatdar in.
Ew jî Lîwaya 40î ya Ketayibên Îmam Elî û Lîwaya 44an a Ensarulmerciyeyê ne.
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Kakeyî got:
"Piştî xistina her dronekê, tê zanîn ka ji kû derê hatiye avêtin."
Yek ji wan cihên din ên ku tê gumankirin ji wir bi dronan êrişî Hewlêrê bê kirin, navçeya Dubizê ya li bakurrojavayê Kerkûkê ye.
Cihê herî nêzîk yê wê 22 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e.
Lîwaya 40î ya Ketayibên Îmam Elî li wê derê koma herî serdest a nav Heşdî Şebiyê ye.
Ji 2 herêmên Kurdistanê êrişî Silêmaniyê tê kirin
Li gorî gotinên berpirsên sînor, du herêmên herî nêzîk ên ku tê gumankirin bi dronan êrişî parêzgeha Silêmaniyê bikin, navçeya Dubizê ya li Kerkûkê û navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê ne.
Dubiz 64 kîlometreyan ji navenda parêzgeha Silêmaniyê dûr e.
Her wiha navçeya Xurmatûyê jî 80 kîlometreyan ji navenda parêzgeha Silêmaniyê dûr e.
Endamê Encûmena Parêzgeha Selahedînê Yasîn Dawudî ji Rûdawê re got:
"Ew cihê ku tê gumankirin êriş jê bên kirin, valahiyên ewlehiyê yên di navbera zincîreçiyayên Hencîre û navçeya Dawê de ne ku dikevin rojhilatê navçeyê."
Li wê deverê Lîwaya 63yan a Heşdî Şebiyê serdest e ku ser bi Ketayibên Hizbulahê ve ye û Ehmed Çayirlî fermandariya wê dike.
Fermandarê Fewca Duyan a Lîwaya Sêyan a Pêşmergeyan li sînorê Germiyanê Raîd Celîl Fayeq ji Rûdawê re got:
"Li sînorê Kifriyê bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin. Lê belê bi şevan dronên çavdêriyê yên komên Heşdî Şebiyê li ser deverên Kulecoyê difirin û paşê vedigerin sînorê Xaneqînê."
Sê cure dronên xwemalî tên bikaranîn
Pisporê leşkerî û Sekreterê Pêşîn ê Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re got:
"Ew êrişên koman bi rêya sê cure dronan tên kirin ku kopyaya dronên Îranî ne.
Ew dron jî Areş, Şahid û Semed in ku li Îraqê tên çêkirin û qada firîna wan digihêje 100 kîlometreyan."
Wê koma ku navê "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" li xwe kiriye û nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ye, berpirsyariya piraniya wan êrişên li Herêma Kurdistanê digire stûyê xwe.
Ev kom carnan dîmenên avêtina dronên xwemalî belav dike ku qaşo wan êriş pê kirine.
Cebar Yawer da zanîn ku bilindahiya firîna van cure dronan di navbera 3 û 4 kîlometreyan de ye û got:
“Ev yek jî taybetmendiyekê dide wan ku pergala radarên pêşketî bi asanî wan eşkere nake."
Piraniya wan dronan bi rêya pergalên dijî dronan li Herêma Kurdistanê tên teqandin.
Parçeyên wan tên xwarê û carnan dibin sedema zererên madî.
Ev dron bombebarkirî ne û pêwîstiya wan bi navendeke mezin a avêtinê nîne.
Tenê bi rêya amûrekê kesek dikare wan ber bi wî cihê ku dike armanc ve biavêje.
Lê belê ji bo ku bigihêjin armanca xwe divê ji xala herî nêzîk werin avêtin.
Ev dron dikarin ji 10 heta 20 kîlograman teqemenî hilgirin."