Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku îro piştî nîvro bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.

Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê malbatên pêşmergeyên PDK-Îyê dimînin.

Wî berpirsê pilebilind ê PDKÎyê ji Rûdawê got, "Êriş bi 5 dron û 2 mûşekan hatiye kirin.

Dron li nav kampê ketine û mûşek jî li cihên vale ketine."

"Zerera canî çênebûye"

Çavkaniya Rûdawê derbarê zererên êrişê de got:

"Li gorî encamên destpêkê ti zererên canî nînin û şopandina me ya li ser bûyerê didome."

Her îro Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragihand ku li Dola Akoyanê ya li Hewlêrê jî ew hatine bombebarankirin û diyar kir ku "zerera canî çênebûye."

Zêdetirî 294 mûşek û dron

Li gorî şopandina Rûdawê, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve heta îro, bi zêdetirî 294 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Beşek ji van êrişan li dijî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yan jî kampên malbatên wan ên li Herêma Kurdistanê pêk hatine.