Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron li ser êrişa li Mexmûrê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ser êrişa Mexmûrê axivîn ku tê de leşkerekî Fransayê hatibû kuştin.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî êrişa ku li Mexmûrê li dijî baregeheke hevbeş a Pêşmerge û hêzên Fransayê yên di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de pêk hatibû bi tundî şermezar kir.

Şeva borî komên çekdar êrişî Eniya 6an a Pêşmergeyan a li Mexmûrê kiribû û di encamê de leşkerekî payebilind ê Fransayê canê xwe ji dest dabû û 6 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku axaftina telefonî îro pêk hatiye.

Nêçîrvan Barzanî ji ber leşkerê Fransayî yê ku hatiye kuştin sersaxî da Serokkomarê Fransayê û malbata wî leşkerî.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wî leşkerî ji bo parastina asayîşê û têkoşîna li dijî terorê li Herêma Kurdistanê canê xwe feda kiriye.

"Divê hikûmeta Îraqê komên çekdar ceza bike"

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Macron kir.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e hikûmeta Îraqê erkê xwe pêk bîne û rê li ber êrişên van komên çekdar bigire.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku divê ew komên çekdar werin cezakirin da ku berjewendiyên welêt û pêwendiyên bi civaka navneteweyî re nekevin metirsiyê.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Macron jî ji ber hevxemiya Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê spasiya wî kiriye.

Macron daye zanîn ku piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê didome.

Aloziyên li herêmê

Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron di axaftina xwe de mijara rûdanên dawî yên şer û bandorên wê yên li ser herêmê jî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di axaftinê de hatiye xwestin ku ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane hewl bên zêdekirin.