Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Sazûmana Xebat a Kurdistana Îranê ragihand ku bi dronan êrişî baregehên wan ên Pêşmergeyan hatiye kirin û ziyanên canî hene.
Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê belav kir ku îro piştî nîvro, Komara Îslamî ya Îranê bi dronan êrişî baregeheke hêza wan a Pêşmergeyan a li bilindahiyên Başîkê yên li parêzgeha Nînowayê kiriye.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin di encama êrişê de du Pêşmergeyên bi navên Îqbal Salihî yê xelkê Seqizê û Fexredîn Muradî yê xelkê Sneyê (yên Rojhilatê Kurdistanê) canê xwe ji dest daye.
Her di wê êrişê de 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Ev êriş di demekê de ye ku ji 28ê meha borî ve dema ku şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê dest pê kiriye, çend caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî amarên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta saet 16:00ê êvara îro bi 294 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji vê hejmarê, 247 êriş li Hewlêrê, 41 li Silêmaniyê hatine kirin. Her wiha di destpêka şer de 4 dron li Dihokê û 2 dron jî li sînorê Helebceyê hatibûn kirin.
Piraniya van êrişan baregeh û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef.
Îro beriya vê êrişê jî, derdora 5 mûşekan li Kampa Azadiyê ya navçeya Koyeyê ketibûn ku girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ye.
Her wiha nîvroyê jî bi 2 dronan êrişî baregehên PDKÎyê yên li Dola Akoyan a Hewlêrê hatibû kirin lê li gorî rayedarekî wê partiyê ti ziyanên canî çênebûn.