KERKÛK - Li Taxa Emel Şeibiyê dengê teqînekê hat bihîstin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Rûdawê re got, "Dengê teqînekê li Taxa Emel Şeibiyê ya Kerkûkê hat bihîstin.”

Li gorî zanyariyên destpêkê Baregeha K1ê hatiye armanckirin, heta niha nayê zanîn bê ka êriş bi dron an bi mûşekê hatiye kirin.

Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Kerkûkê eşkere kir ku dengê teqînê li navçeyeke Kerkûkê hat û hêzên ewlehiyê ji bo agahdarbûna ji rewşê û lêkolînê çûn cihê bûyerê.

Amir Şiwanî got, zanyariyên destpêkê nîşan didin ku baregeha K1ê hatiye armanckirin.

Derbarê heman mijarê de jêdereke ewlehiyê li Kerkûkê ji Rûdawê re got, 2 mûşek ji navbera taxên Kurdistan û Emel Şeibiyê ve ji bo K1ê hatine avêtin.

Her wiha li gorî zanyariyan mûşekan zerer nedaye.

Ev êriş di demekê de ye ku ji 28ê mehê ve ku şerê navbera Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê dest pê kiriye, bi dehan caran bi dron û mûşekan êriş li ser Başûrê Kurdistanê hatine kirin.