Li bajarokê Dûbiz alozî berdewam e
Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Dûbiz ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê alozî derket û xwepêşanderan mala dadwerê dadgeha qezayê şewitandin.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî xwepêşandana hejmarek xelkê bajarokê Dûbiz li dijî xirabiya rewşa ewlekariyê, rêveberê navenda polîs û rêveberê polîsê nehêştina tawanan hatin guhertin.
Xwepêşanderan mala efserekî Artêşa Iraqê teqandin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku niha polîs ji tevahiya bajarokê vekişiyane û ti berpirsekî ewlekariyê jî li navçeyê nemaye.
Xwepêşander hemû Kurd in û daxwaza dikin ku guhertin û reform di saziyan de bê kirin, herwiha dixwazin ew berpirs bên cezakirin ku destê wan di azadkirina grûpeke çekdarî ya tundrew de hebû ku berî demekê serbest hatin berdan.
Xwepêşander niha li nav avahiya qaymqamiyê û navenda polîsin.