Îranê sînorên Hacî Omeran û Şoşmê weke sînorê kolberiyê da naskirin

Navenda Nûçeyan - Berpirsên Îranê ragihandin, ku her du sînorên Şosmê û Hecî Omeran-Temerçîn ên di navbera wî welatî û Herêma Kurdistanê de sînorên nimûneyî yên kolberiyê ne.

 

Qayimqamê Navçeya Pawe ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, Perwîz Îdepûr ragihand, piştî serdana berpirsên hikûmeta Îranê ji bo parêzgehên Urmiye û Sineyê herdu sînorên Şoşmê li Pawe û Temerçîn li Pîranşarê weke sînorên nimûneyî yên Kolberiyê hatin destnîşankirin.

 

Perwîz Îdepûr diyar kir, niha sînorê Şoşmê ji bo pevguhertin û veguhestina kelûpelan amade ye û rêxistinên gumrikê jî amadebûna xwe di vê derbarê de ragihandine.

 

Li gorî Îdepûr biryar e xwedanên kelûpelan kel û pelên xwe ji sînorê Perwîzxanê bi tranzîtê veguhêzin ji bo Şoşmê û li wî sînorî karûbarên gumrikê û bidestxistina muhletê ji bo veguhestina kelûpelên xwe encam bidin.

 

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de 3 deriyên sînorî yên fermî yên Hacî Omeran, Başmax û Perwîzxanê û çend deriyên nîmçefermî hene.