Seroka Şaredariya Parîsê spasiya Kurdistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Seroka şaredariya paytexta Fransayê bajarê Parisê ji bo Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmareke zêde ya koçber kiriye, Hêzên Pêşmerge berevaniya cîhanî di şerê DAIŞê kiriye spasiya xwe pêşkeşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê (13.o4.2019) li Hewlêrê pêşwazî li Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de Hidalgo ji bilî ku kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û behsa bernameya serdana xwe kir ku dixwazin pêwendiyeke baş di navbera wan û parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê de hebe.
Seroka Şaredariya Parîs da zanîn ku ew dixwazin di warê enerjiya paqij, kultûr û veguhestin û gihandin û di hemû warên din de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Anne Hidalgo Herwiha spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku pêşwazî li hejmareke pir mezin ji koçber û penaberan kiriye. Herwiha spasî kir ku bergîriya Pêşmerge li ser asta hemû cîhanê û di parastina nirxên pêkvejiyan û lêborîn û aştî û xweşbînî de deng veda ye û lewma jî hêviya pêşketinên zêdetir ji Herêma Kurdisatanê re xwest.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa û civaka navdewletî kir ku di şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û eger ne ji wan alîkariyan ba dê serkeftin bidest nehata. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwîst e di vê qonaxê de hizra DAIŞî bê jinavbirin.
Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Serokê Fransayê Emmanuel Macron’a kir ku piştî bûyerên Cotmeha 2017 ji aliyê siyasî ve piştgiriya Herêma Kurdistanê kirin û deriyên siyasî li pêşiya Hewlêrê vekirin, lewma jî di encamê de beşek ji pirsgirêkên ligel Bexdayê çareser bûn û deriyê gotûbêjan vebû.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya bi kultûra pêkvejiyanê û aştî û hevqebûlkirinê û lêborînê dike û xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi hemû şêweyekî vê kultûrê diparêzin. Barzanî amaje kir ku vekirina Dêra Ermeniyan li Hewlêrê a di hefteya derbasbûyî de minaka vê yekê ye.