Bihara derengmayî ya Serhedê: Rêyên 355 gundan ji ber berfê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê berf û sermayê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Ji ber berf û bahozê, li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Qers û Erdexanê bi giştî rêyên 355 gund û navendan li ber çûn û hatine  hatin girtin.

Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê 317 rê girtî ne

Li gorî agahiyan, li herêma Wan,Bedlîs, Mûş û Colemêrgê  ji ber şert û mercên xirab ên hewayê rêyên 317 cihan hatin girtin.

Wan: 37 tax û 56 mezrayan ku bi giştî dike 93 cih, rêyên wan hatin girtin. Keleha Wanê ya dîrokî û bajarê Wanê yê kevin bi berfê spî bûn.

Colemêrg: 58 gund û mezra bê rê man. Li navçeya Geverê jî berfê jiyan zehmet kir û şofêr di rêyan de asê man.

Bedlîs: Birêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Bedlîsê Umît Kurtkan ragihand ku rêyên 111 gundan hatin girtin.

Mûş: Serê sibehê berfê dest pê kir û rêyên 55 gundan hatin girtin.

Li Qersê 20 otomobîl hatin rizgarkirin

Li parêzgehên Qers û Erdexanê jî rêyên 38 gundan hatin girtin. Li Qersê, ji ber berf û bahozê 20 otomobîl di rêyan de asê man.

Li ser agahdarkirinê, tîmên hawarçûnê çûn gaziya  wan û otomobîl bi werîsan hatin kişandin û hatin rizgarkirin.

Li Erziromê serma berf û bahoz

Li Erziromê berfa ku çend roj in dibariya, cihê xwe da sermayeke dijwar.

Bi şev pileya germê daket 2 pileyan di bin sifirê de.

Ji ber sermayê camên otomobîlan qeşa girtin û peyarê û kolan bi qeşayê hatin girtin. Her wiha li parêzgeha Agiriyê jî berfê bandora xwe didomîne.

Tîmên şaredariyan li hemû parêzgehan xebatên xwe yên paqijkirina berfê û vekirina rêyan didomînin.