Amedsporê di kêliya dawî de puanek wergirt

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Umraniyespor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor û Umraniyespor di hefteya 35an a Lîga 1emîn a TFFyê de li Stadyuma Amedê hatin pêşberî hev û maç bi encama  2-2 bi dawî bû.

Amedspor heta xulekên dawî 2-1 li paş bû lê bi gola xulekên zêdekirî puanek bi dest xist.

Amedspor di xuleka 22yan de bi gola Batuhan Çelîk 1-0 ket paş.

Lê di xuleka 27an de Mehmet Yeşîl gol avêt û encam kir wekhev.

Nîva yekem maçê bi encama 1-1 bi dawî bû.

Lîstîkvanê tîma mêvan Jurgen Bardhi di xuleka 69an de gol avêt û Amedspor careke din ket paş.

Di beşên dawî yên maçê de Amedsporê zexta xwe zêde kir.

Di xulekên zêdekirî de Mbaye Diagne derket holê.

Diagneyê di xuleka 90+3yan de gola xwe avêt û encam kir 2-2.

Puana krîtîk di kêliya dawî de hat

Amedsporê bi vê encamê li mala xwe bi gola xuleka dawî puanek bi dest xist.

Tîma kesk û sor a ku li lûtkeyê têdikoşe ji têkçûneke krîtîk rizgar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst