Amedsporê di kêliya dawî de puanek wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor û Umraniyespor di hefteya 35an a Lîga 1emîn a TFFyê de li Stadyuma Amedê hatin pêşberî hev û maç bi encama 2-2 bi dawî bû.
Amedspor heta xulekên dawî 2-1 li paş bû lê bi gola xulekên zêdekirî puanek bi dest xist.
Amedspor di xuleka 22yan de bi gola Batuhan Çelîk 1-0 ket paş.
Lê di xuleka 27an de Mehmet Yeşîl gol avêt û encam kir wekhev.
Nîva yekem maçê bi encama 1-1 bi dawî bû.
Lîstîkvanê tîma mêvan Jurgen Bardhi di xuleka 69an de gol avêt û Amedspor careke din ket paş.
Di beşên dawî yên maçê de Amedsporê zexta xwe zêde kir.
Di xulekên zêdekirî de Mbaye Diagne derket holê.
Diagneyê di xuleka 90+3yan de gola xwe avêt û encam kir 2-2.
Puana krîtîk di kêliya dawî de hat
Amedsporê bi vê encamê li mala xwe bi gola xuleka dawî puanek bi dest xist.
Tîma kesk û sor a ku li lûtkeyê têdikoşe ji têkçûneke krîtîk rizgar bû.