Herêma Kurdistanê li hember “nivîsa” Konsulxaneya Îranê nerazîbûn nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nerazîbûna xwe li hember wê nivîsa ku çend roj berê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê hatibû belavkirin û tê de gef û sivikatî li Herêma Kurdistanê hatibû xwarin, nîşan da û daxwaza daxuyaniya fermî ji komara îslamî ya Îranê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, bi mebesta gihandina nerazîbûna Herêma Kurdistanê bo rayedarên Îranê, bangî wekîlê konsulê Îranê li Hewlêrê Muhsin Bavefa kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de nerazîbûna Herêma Kurdistanê bi fermî ji wekîlê konsulê Îranê li Hewlêrê re hatiye gotin û ji wî hatiye xwestin ku divê komara îslamî ya Îranê li ser nivîsa ku di malpera konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê hatibû belavkirin, daxuyaniyê bide.

Hat gotin ku di civînê de hatiye ragihandin, ji ber ku siyaset û karûbarên derve yên hikûmet û dewletan ji aliyê karbidest û rayedarên pilebilind ve tên encamdan, lewma mafê konsulekî tine ku nivîs yan daxuyaniyên wisa bide belavkirin ji ber ku ew kar, derbaskirina sînorê desthilata wî ye ji ber wê jî pêwîst e hikûmeta Îranê daxuyaniyek li ser vê mijarê bide.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Muhsin Bavefa gotiye, ew tiştên ku li ser malpera konsulxanê hatiye belavkirin, siyaset û helwesta komara îslamî ya Îranê nîne û li hember daxwaza rayedarên Herêma Kurdistanê jî gotiye, dê nerazîbûn û nigeraniya Herêma Kurdistanê ji rayedarên Tehranê re ragihîne û bersiva rayedaran jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

Di nivîsa ku çend roj berê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê hatibû belavkirin, gefa wê yekê hatibû xwarin ku eger Herêma Kurdistanê behsa serxwebûnê bike wê demê dê pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê têk biçin, her wiha sivikatî li hember Komara Kurdistanê û zimanê kurdî hatibû kirin.