Mîdyad mazûvaniya welatiyên Nisêbînê dike

Mêrdîn (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 60 roj in ku di navbera hêzen YPS û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûn berdewam in. 120 hezar kes ji tirsa şer û pevçûnan ji Nisêbînê koçber bûne. 50 hezar ji wan hatine Mîdyadê.

 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketine derve û operasyonên leşkerî berdewam in. Ji ber vê yekê navçe vala bû.


Xelkê Nisêbînê berê xwe dan Mêrdîn û navçeyên wê Mîdyat û Qoser e. Niha li navçeya Mîdyadê 50 hezar kesên koçber hene. Nifûsa Mîdyadê ji 106 hezarî derketiye 160 hezarî.


Cêgirê Şaredarê Mîdyadê Mehmet Tevfîk Baysal ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber ku Mîdyad navçeyeke aram e, piştî qedexeyan ji Nisêbîn û Hezexê xelkê berê xwe da vê derê û wiha domand:


“Em nizanin çend kes hatine. Li gorî hejmara 2014an nifûsa Midyadê 106 hezar bû. Lê ez bawerim niha ji 160 hezarî derbasbûye.  Heta niha ji ber koçberan tu pirsgirêk derneketiye. Di hêla aboriyê de hinek pirsgirêk hene. Lewre li Mîdyadê jî qadên îstîhdamê kem in. Ger koçberî berdewam bikê, dibê ku di hêla aboriyê de pirsgirêk derkevin.”


Wisa lê hatiye ku dema mirov li kûçe û kolanên Mîdyadê digere, teqes rastê keseke koçber tê. Lê xelkê Mîdyadê ji vê rewşê ne aciz in, kêfxweş in.


Dema li Hezexê şer û pevçûn dest pê dike, gelek koçber ji Hezexê jî tên Mîdyadê, lê piştî rabûna qedexeyê piraniya wan vedigerin. Mîdyad ev 2 meh in ku mazûvaniya koçberên Nisêbînê dike.