Li Nisêbînê pêşangeha wêneyan a zarokan
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê xwendekarên Pêşdibistana Zubeyde Xanimê pêşangeha wêneyan vekir.
Rêveberê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Umît Çetîn, Miftûyê Navçeyê Îrfan Açik û gelek mamoste û xwendekar beşdarî pêşangehê bûn.
Çetîn ji bo pêşangehê xwendekar û mamosteyên wan pîroz kirin.
Rêveberê dibistanê Abdullah Aytimur jî got ku ew ji ber xebat û keda xwendekarên xwe yên biçûk gelekî kêfxweş in.