Li dermanxaneyên Kurdistanê salane 32 milyon kîsên naylon têne bikaranîn
Duhok (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê ji bo karên rojane rêjeyeke zêde ya berçav naylon têne bikaranîn, li navenda bajarê Duhokê rojane nêzîkî 10 ton naylon têne komkirin.
Ji bilî zirarên naylonan li ser jîngehê, hin caran bûye sedema arîşeyê ji bo kargehên vegeradinê jî.
Rêveberê Kargeha Cudakirina Gilêşan Hişyar Kemal ji Rûdawê re diyar kir ku rojane nêzîkî 600 ton gilêş û paşmayî têne kargeha wan û di nav wan gilêşan de bi rêjeya %2 naylon heye.
Dikandar û bazirganên Herêma Kurdistanê rojane bi dehan ton naylon bi kar tînin. Li dermanxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo dermaneke biçûk jî kîsekî naylon tê bikaranîn.
Dermanfiroş Behcet Seîd ji Rûdawê re diyar kir ku rojane di navbera 50 – 100 kîsên naylon bi kar tîne û pirsgirêk ew e ku tiştekî ku li şûna naylonan bi kar bînin tine ye, kîsên ku ji kaxez û daran têne çêkirin jîngehê diparêzin, li welatên pêşketî ew têne bikaranîn.
Naylon alaveke wisa ye ku zirar dide jîngehê, lê welatî ji bo hemû karên xwe yên rojane naylonan bi kar tînin, tevî ku pispor dibêjin, naylon li jîngehê heta 50 – 100 sal winda nabin.
Çalakvanê jîngehparêz Beyar Ebdullah dibêje ku divê li şûna naylonê kaxez yan jî alaveke din were bikaranîn ku li jîngehê winda bibe û metirsiyê li ser tendirustiya mirovan çêneke.
Li Herêma Kurdistanê 1100 dermanxane hene, eger bi awayekî giştî rojane 80 kes serdana her dermanxaneyekê bikin û derman bikirin, rojane dike 88 hezar kîsên naylon, ku ew jî dibe salane zêdetirî 32 milyon kîsên naylon.