Euro-Mediterranean daxwaza hilweşandina biryara ragirtina karê Vîviyan Fetah dike

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina taybet bi parastina mafên mirovan dibêje, pêwîst e Rêveberiya Xweser dest ji binpêkirinên cidî berde, ku di warê azadiya medyayî û destêwerdanên bêbehane, di karê rojnamevanan de, li sînorê li jêr desthlata xwe dike.

Rêxistina “Çavdêriya Mafên Mirovan a Euro-Mediterranean” di daxuyaniyekê de dibêje, ragirtina bêserûber a karê rojnamevanan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, dibe sedema lawazbûna azadiya medyayê, ji ber ku mebest ji wî karî, danîna sînorekî ye, ku berevajî yasayên bingehîn ên azadiya medyayî ne.

Rêxistina taybet bi parastina mafên mirovan dibêje, Nivîsgeha Medyayî ya Rêveberiya Xweser, karê Vîviyan Fetah, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, heta 60 rojan ragirtiye û wê tometê arasteyî wê dike, ku  bi bikaranîna peyva “kuştî” li şûna “şehîd” sivikatî bi “şehîdan” kiriye.

Enes Elcircawî, rêveberê Şaxê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Rêxistina “Çavdêriya Mafên Mirovan Euro-Mediterranean” dibêje, sînordarkirina bêserûber û kontrolkirina rojnamevanî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, karîna rojnamevan ji bo birêvebirina karên wan bi awayekî serbixwe sînordar dike û rojnamevanan û stafên wan jî, rûbirûyî metirsiya girtin û windabûnê dike.

Di daxuyaniya Rêxistina “Çavdêriya Mafên Mirovan Euro-Mediterranean” de hatiye, Tora Medyayî ya Rûdawê biryara Nivîsgeha Medyayî ya Rêveberiya Xweser protesto dike û dibîne ku ragirtina karê peyamnêra wê, binpêkirina binemayên azadiya medyayî ye.

Rêxistina taybet bi parastina mafên mirovan dibêje, li gorî belavoka meha bûrî ya nivîsgeha wê ya medyayî, Rêveberiya Xweser karê herdu rojnamevanan, Naz Seîd û Bedirxan Elyan ragirtiye, ew jî “bi sedema encamdana hinek serpêçiyan ku bi piştgirêdan bi wan yasayên karê medyayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêk dixin, sivikatîkirin bûn bi medyayê.“

“Çavdêriya Mafên Mirovan Euro-Mediterranean” dibêje, karên Rêveberiya Xweser di vî warî de, binpêkirina madeya 19 ya “Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan” e, ku nîşanê bi wê yekê dide, “Mafê her kesî yê azadiya derbirrînê heye. Ev maf çend tiştên sereke li xwe digire, ji wan jî hebûna nerînên azad, bidestxistin, wergirtin û gihandina zanyarî bi rêya çi medyayê be.”

Rêxistina taybet bi parastina Mafên Mirovan diyar dike, pêwîst e sînordarkirina rojnamevanan ji aliyê Nivîsgeha Medyayî ya Rêvebeirya Xweser ve, bidawî bê, ji ber ku her desthilatek bi nebûna rêkarên dadwerî, desthilatek e ku ligel standarda medyaya azad lihev nake û rê li ber binpêkirinên hikûmetê jî xweş dike.

Li aliyê din Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê jî piştgiriya xwe ji bo peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah nîşan da û ji Rêveberiya Xweserxwest biryara qedexekirina karê wê hilweşîne.

Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriye dibêje, ew tohmeta ku Ofîsa Ragihandina Rêveberiyê karê peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ragirtiye, bê bingeha pîşeyî ye.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û lijneya Parastina Azadî û mafê rojnamevanan di daxuyaniyeke hevbeş de, dilgiraniya xwe li hemberî qedexekirina karê peyamnêra Rûdawê anîne ziman.

Di daxuyaniyê de hatiye ku biryara Rêveberiya Xweser derxistiye binpêkirina azadiya rojanamevan e, her wiha hêvî kir ku ew biryar were hilweşandin û Vîvyan Fetah vegere ser karê xwe.

Rojnamevan Mesûd Akko beşdarî bultena Rûdawê bû derbarê biryara Rêveberiya Xweser a li dijî peyamnêra Rûdawê got ku Vîviyan Fetah şaşiyeke pîşeyî nekiriye.

Ew rojnameban dibêje, li Ewropayê ti caran ti rojnamevan ji ber bikaranîna gotinekê karê wan nayê qedexekirin û diyar dike, “Di medyayê de hinek gotin hene divê bên bikaranîn. Gotine ‘kuştin’ dibe tûş be, nexweş e, lê gotineke ilmî ye û gotineke bikar tê.”

Mesûd Akko tekez jî dike ku ji Rêveberiya Xweser daxwaz tê kirin ku yasayekê amade bike bi rêya dadgehê cîbicî bibe ne bi rêya dezgeha karûbarên medyayê û dibêje, ew dezgeh dikare kontrol bike lê nikare biryarê derbarê rojnamevanan de bide.