Çarenivîsa çek û serkirdeyên PKKyê dê çi be?

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara xwefesixkirin û çekdanînê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêvajoya çareseriyê ber bi qonaxeke nû ve dibe.

Yek ji mijarên girîng ên vê qonaxa nû jî çarenivîsa çek û serkirdeyên PKKyê bûye.

Heta niha nayê zanîn ku dê aqûbeta çek û serkirdeyên PKKyê çi be û dê çekên xwe xwe li ku derê û çawa deynin?

 Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî 41 salan ji xebata çekdarî 12ê Gulanê biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Pêşkeşkarên Rûdawê Renc Sengawî û Dilbixwîn Dara tevî mêvanên xwe di dîbeyteke taybet de biryara xwefesixkirin û aqûbeta çekên PKKyê gotûbêj kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar dibêje, PKK pabendî bangawaziya Abullah Ocalan bûye û divê Hikûmeta Tirkiyeyê jî ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê gavan bavêje.

Li gorî gotina Çandar dewlet divê kesên ji ber tohmeta PKKyê tên darizandin berde.

Cengîz Çandar: Biryara fesixkirinê YPGyê li xwe nagire

PKKyê di danezana kongreyê de ragihand, "Biryara fesixkirina rêxistina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hatiye dayîn.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku di bangawaziya 27ê Sibatê de Abdullah Ocalan behsa YPGyê nekiriye û banga Ocalan a pêkanîna kongreyê û xwefesixkirinê bi tenê ji bo PKKyê ye.”

Çandar di wê baweriyê de ye PKK pabendî bangawaziya Ocalan bûye û divê êdî Hikûmeta Tirkiyê jî ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê gavan biavêje.

Li gorî Çandar pêwîst e dewlet ew kesên ku bi tohmeta PKKyê tên darizandin û di girtîgehan de ne bi lez azad bike û dozên wan jî hilweşîne.

Parlamenterê DEM Partiyê tekez kir ku eger Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze pêvajoya hilweşandina PKKyê bi encam bibe û demokrasî li Tirkiyeyê pêk were, divê yekser Selahattîn Demîrtaş jî berde.

Oytun Orhan: Dibe ku di nav PKKyê de dengên cuda hebin

Lêkolerê Navenda Lêkolînên a Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan jî mêvanekî din ê dîbeytê bû.

Oytun Orhan derbarê biryara xwefesixkirinê ya PKKyê de got, "Eger rêxistin jî çekan deyne, dibe ku hin alî û dengên nerazî û cuda di nav rêxistinê de hebin û bixwazin ji wê cuda bibin û di bin nav û pêkhateyeke din de berdewamiyê bidin xebata çekdarî."

Li gorî gotina Oytun Orhan, dibe ku hin welat herêmê, nexwazin rêxistin bi temamî ji biqede û hewl bidin PKKyê li dijî Tirkiyeyê bi kar bînin û ji ber vê yekê astengî ji bo pêvajoyê têne çêkirin."

Lêkoler ORSAMê diyar dike ku ji bo çawaniya çekdanînê û paşeroja endamên PKKyê jî divê Îraq û Herêma Kurdistanê, hevahengiyê bikin û di wî warî de planeke Hikûmeta Tirkiyeyê jî heye.

Oytun Orhan di berdewamiyê jî de got, "Ew endamên ku destê wan tevlî xwînê bûye û tawan kirine, derfeta wan a vegerê ji bo Tirkiyeyê nîne, dibe ku ji bo welatên sêyem bên şandin lê belê ewên ku tawan nekirine, dikare derfeta wê yekê ji wan were dayîn vegerin nav jiyana civakî.

Tirkiye li gel wê yekê ye, ew biryar ne bi tenê ji bo PKKyê ji bo tevahiya komên PKKyê ye bi taybetê ji bo komên li Sûriyeyê ye.”

Lêkolerê ORSAMê li ser hejmara gerîlayên PKKyê jî got, “Li gorî amarên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê tê gotin ku çend sed milîs li ser sînorê Tirkiyeyê hene, ji ber wê yekê em dikarin bêjin hejmara wan li nav Tirkiyeyê nema ye.

Li ser hejmara endamên PKKyê amar di destên Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hene. Tê texmînkirin ku li Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) hejmara endamên PKKyê bi tevahî û 4- 5 hezar bin."

Cebar Yawer: Biryara xwefesixkirinê ya PKKyê nayê wateya xweradestkirinê

Pisporê leşkerî û sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî yek ji mêvanên dîbeytê bû.

Cebar Yawer li ser rêkarên çekdanîna PKKyê û paşeroja gerîla û berpirsên rêxistinê got, "Divê Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê di vî warî de di nav hevahengiyê de bin."

Li gorî gotina Cebar Yawer, biryara xwefesixkirinê ya PKKyê nayê wateya “xweradestkirina” rêxistinê gerîlayên wê.

Pisporê leşkerî Yawer her wiha dibêje, “PKK û Tirkiye û gihiştine wê baweriyê ku êdî nikarin bi şer û çekan bigihêjin ti encamekê û divê dest bi pêvajoya aştiyê bikin.

Omer Îler: PKKyê bê merc biryara xwefesixkirinê daye

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Omer Îler jî mêvanekî din ê dîbeyta Rûdawê bû.

Siyasetmedar Omer Îler derbarê encam û biryarên kongreya PKKyê de got, ''Di nav biryaran de behsa ti daxwazan nehatiye kirin û di biryara xwefesxkirinê de şert û mercên PKKyê nînin.”

Hinek pêşniyar hene beşeke gerîla û fermandarên PKKyê ji bo welatekî Ewropî bi taybetî ji Norwêc û Îtalyayê bên şandin.

Her wiha behsa wê yekê tê kirin ku di qonaxa yekem de 150 gerîla ji bo Îtalya, Norwêcê yan jî başûrê Afrîkayê bên şandin.

Li aliyê din behsa wê yekê jî tê kirin ku beşeke gerîlayan ji bo welatekî Asyayê jî bên veguhastin.

Li gorî gotina berpirsên AK Partiyê pêvajoya çekdanîna PKKyê di meha hezîranê de dest pê dike, piştre dê berdewam dike.

Omer Îler li ser paşeroja gerîlayên PKKyê got, ''Ez bi navê xwe vê gotinê dikim; dibe ku gerîlayên PKKyê ji bo welatên sêyem bêne şandin, yan jî hilbijêrkeke din ji bo wan bê danîn.”

Ziryan Rojhilatî: Biryara PKKyê rast û jîrane ye

Birêvebirê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê Ziryan Rojhilatî jî yek ji mêvanan dîbeytê bû.

Rojhilatî li ser wan cihên ku PKKyê kongre lê pêkaniyê got, ''Li gorî wan her du vîdeoyên ku kongreyên lê hatine kirin, wisa diyar e ku kongre li şkeftan hatine kirin yan jî dibe ku li çiyayên Kurdistanê yên wekî Garê, Qendîlê yan jî herêma Geliyê Kokê hatibe kirin.”

Li gorî nêrîna Ziryan Rojhilatî, Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi awayekî rasterast beşdarî kongreya partiya xwe nebûye.

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê diyar kir ku Ocalan ji ber sdemên ewlehiyê bi rêya online tevlî kongreyê nebûye dibe ku peyameke vîdeoyî yan jî kesek wekî nûner ji bo kongreyê şandibe.

Lêkoler Ziryan Rojhilatî di berdewamiyê jî de got, “Ya ku PKKyê di 20 salên borî de kiriye, ji bilî ziyanê, ti sûdeke wê ji bo Kurdan nebûye. Lewma biryara xwefesixkirinê rast û jîrane ye û dibe ku ev yek di paşerojê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bibe sedema wê yekê ku mohra terorê ji ser pirsa Kurd bê rakirin.''

Halîl Ataç: PKK pabendî biryarên rêberên xwe dibe

Serkirdeyê berê yê PKKyê Halîl Ataç jî mêvanekî din ê dîbeytê bû.

Ataç amaje bi biryara xwefesixkirina PKKyê kir û got, “PKK tevgereke wisa ye ku pabendî rêberê xwe dibe. PKKyê di kongreyê de biryar daye ku xwe hilweşîne.

PKK di daxuyaniya xwe de de dibêje ‘ez dê şer rawestînım û xwe hilweşînim’ lê behsa çekdananînê nake, belkî dest bi qonaxeke nû dike, dest bi xebata siyasî ya demokratîk dike."

PKK 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li Bakurê Kurdistanê hat damezirandin, sala 1982yan di kongreya duyem de li dijî Tirkiyeyê biryara şerê çekdarî stand û 15ê Tebaxa 1984an li navçeya Dihê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê êrişî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê kir.

PKKyê di 5-7ê Gulana 2025an de kongreya xwe ya 12an pêk anî û biryara çekdanîn û xwefesixkirina xwe da.