Mihemed Sîdo: Divê zimanê Kurdî di destûrê de were naskirin
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê yê Efrînê Mihemed Sîdo got, "Divê zimanê Kurdî di destûrê de were naskirin."
Endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê yê Efrînê Mihemed Sîdo li ser rewşa perwerdeyê û pergala zimanê Kurdî ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Sîdo di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bipêşketin û fermîkirina zimanê Kurdî.
Wî xwest ku Kurdî wekî zimanekî neteweyî li Sûriyeyê were qebûlkirin.
"Kurdî hewceyî dadperweriyeke zêdetir e"
Mihemed Sîdo diyar kir ku niha zimanê Kurdî li dibistanan wekî waneyeke vebijêrkî hefteyê du saetan tê dayîn.
Wî anî zimên ku Birêvebiriya Perwerdeyê ji bo vê yekê kedeke mezin dide lê ev yek têra daxwazên gel û mafê zimanê dayîkê nake û got:
"Tevî hebûna mamosteyên pispor û daxwaza malbatan a ji bo fêrbûna zimanê dayîkê, hîna jî zimanê Kurdî hewceyî baldarî û dadperweriyeke zêdetir e."
Wî destnîşan kir ku ev yek bi taybetî piştî biryarên dawî yên serokatiyê gelekî girîng e.
Cihgirtina Kurdî di destûrê de
Parlamenterê Efrînê di daxuyaniya xwe de pêbendbûna xwe ya ji bo başkirina jîngeha perwerdeyê nîşan da û got:
“Em dê ji bo jîngeheke guncaw û nûjen a perwerdeyê bixebitin.
Em dê hînkirina zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî xurttir bikin da ku li gorî nasnameya herêmê be.”
Wî tekez kir ku ew dê di qada siyasî û qanûnî de jî bixebite.
Bi gotina wî armanca wî ew e ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de wekî zimanekî neteweyî li gel zimanê Erebî were qebûlkirin.
Mihemed da zanîn ku ev daxwaz ne tenê ji bo perwerdeyê ye û got:
“Armanc ew e ku zimanê Kurdî di birêvebiriyên xwecihî yên herêmên Kurdan de jî were bikaranîn.”
"Divê nirxên bihevrejiyanê xurttir bibin"
Mihemed Sîdo herî dawî bangî her kesî kir ku mîrata çandî ya herêmê biparêzin û wî xwest ku çalakiyên çandî yên hevbeş werin zêdekirin.
Li gorî gotina wî bi vî awayî dê nirxên bihevrejiyan û biratiya di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de xurttir bibin.
Mihemed Sîdo diyar kir ku avakirina komîteyeke pispor ji bo şopandina van gavan gelekî girîng e û got:
“Ev yek di çarçoveya rêzgirtina mafên mirovan de erkeke niştimanî û navneteweyî ye.”