AMED - Parêzgarê Hewlêrê DEM Partî ziyaret kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Amedê de şaxa Amedê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ziyaret kir.
Ev serdan di çarçoveya beşdariya Foruma Aştî û Azadiya Civakî hat kirin ku li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser hesabê xwe yê Facebookê ziyareta xwe ya DEM Partiyê ragihand.
Umêd Xoşnaw da zanîn ku di hevdîtinê de, bal hat kişandin ser beşdariya çalak a di panelên forumê de ya bi mebesta çespandina dadperweriyê, serweriya qanûnê û kûrkirina bingehên aştiyê.
Her wiha tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevahengiyên çandî, civakî û aborî yên di navbera Parêzgariya Hewlêrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat kirin.
Di civînê de ducare hat destnîşankirin ku diyaloga avakar û bihevrejiyana aştiyane, wekî rêya tenê ya ji bo aramî û bipêşketina civakî ya herêmê bi giştî tê dîtin.
Foruma Aştî û Azadiya Civakî 12ê mehê dest pê kir û dê heta 16ê Gulanê bi bernameyên hunerî, panel, semîner û gotûbêjên siyasî bidome.