Li Dîlokê baxçeyên fistiqan di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tixbişarê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê asta ava bendavê bilind bûye.

Ji ber bilindbûna asta avê baxçeyên fistiqan di bin avê de mane.

Barana ku ji destpêka salê ve li Dîlokê dibare, asta ava bendavan zêde kiriye.

Asta avê gihîşt ji sedî 85an

Li gorî agahiyan, di encama baranên dawî de asta ava Bendava Doganpinarê gihîştiye ji sedî 85an.

Ji ber vê bilindbûna avê, gelek baxçeyên fistiqan ên li hewzeya bendavê di bin avê de mane.

Cotkarên herêmê ji ber vê rewşê dilgiran in ku zeviyên wan zerer dîtiye.

Li Tirkiye û Bakurê Kursitanê herî zêde li parêzgeha Rihayê fistiq tê hilberîn û Dîlok jî di rêza duyem de ye.