CHP û DEM Partî li ser hilbijartinê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya CHPyê û DEM Partî li ser hilbijartina navber civiyan.
Şandeyeke Partiya Gel a Komarî (CHP) li Parlamentoya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir.
Mijara sereke ya hevdîtinê daxwaza "hilbijartina navber" bû.
Serokê Wekîl ê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin piştî hevdîtinê axivî û got, "Ti kes bi reva ji sandoqan nikare bigihîje ti cihan."
Banga hilbijartina navber
Hat zanîn ku di civînê de daxwaza CHPyê ya ji bo hilbijartina navber hatiye gotûbêjkirin.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt hat dayîn.
Gokhan Gunaydin da zanîn ku li gorî hilbijartina 3 sal berê, niha li Parlamentoyê gelek kursiyên parlamenteran vala bûne.
Gunaydin banga xwe ya ji bo hilbijartina navber ducare kir.
"Pêwîst e em pirsgirêkan bi vîna milet çareser bikin"
Gokhan Gunaydin bi bîr anî ku dikare li Parlamentoyê ji bo hilbijartina navber biryar were dayîn.
Gunaydin ji ber vê yekê bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir û got:
"Ti kes bi reva ji sandoqan nikare bigihîje ti ciham.
Pêwîst e em pirsgirêkên komkirî yên Tirkiyeyê bi vîna milet çareser bikin."
"Em dê di komîteyên partiyê de binirxînin"
Serokê Wekîl ê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî li ser hevdîtinê ev agahî dan:
"Me li ser hilbijartina navber bi hev re şêwirî.
Em li bendê ne ku Can Atalay di demeke kurt de vegere Parlamentoyê.
Me li ser mijara hilbijartina navber hevdîtineke girîng kir."
Temellî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser destûrê û got, “Em dê li ser vê mijarê bi komîteyên partiya xwe re biaxivin û wê binirxînin."