BEDLÎS - Barhilgir li hev qelibîn û agir bi wan ket: 2 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 2 barhilgir piştî ku li hev qelibîn agir bi wan ket.

Şofêrên her du barhilgiran li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Qeza îro li ser rêya sereke ya Tetwan-Wanê li nêzîkî gundê Bêlûhê yê girêdayî navçeya Tetwanê çêbû.

Li gorî zanyariyan  du barhilgirên ku nasnameya şofêr û plakayên wan nehatine diyar kirin li ser rê bi tundî li hev qelibîn.

Piştî ku barhilgir li hev qelibîn agir bi her du barhilgiran ket.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên agirvemirandin û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiya welatiyan rê li ber trafîkê girt û tîmên agirvemirandinê di demeke kurt de agir vemirand.

Lê di pişkinînên tîmên pizîşkî de hat derket holê ku her du şofêran ji ber şewatê û lêdana bi hêz, di cih de canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termên şofêran ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Tîmên Rêyên Bejayî piştî xebatên paqijkirinê rê careke din li ber trafîkê vekir.

Hat ragihandin ku derbarê qezayê de dest bi lêpirsîneke berfireh hatiye kirin.