Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva nêrîna partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser destûrê da.
Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya serokatiyê hat weşandin, ragihand ku piştî ku Barzanî roja 25.05.2013 ji bo hemû partî û hêzên siyasî name nivîsand û ji wan xwest nêrîn û helwesta xwe li ser destûra Herêma Kurdistanê eşkere bikin, hemûyan bersiva nameya Barzanî da.
Omêd Sebah diyar kir ku ji bo ku hemû aliyên siyasî li ser mesela destûrê bibin yek serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi nameyekê hemû nêrîn û şiroveyên partî û aliyên siyasî ji serokatiya parlamentoya Kurdistanê re şand û wiha anî ziman: “Ji bo ku serokatiya parlamentoyê jî digel partî û aliyên siyasî û endamên lêjneya destûrê rûnê û li ser pêşniyar û nêrîn û şiroveyên han gotûbêj bike û bigihîjin yekdengiyê.”
Tê zanîn, beriya niha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kiribû ku divê destûr bikeve referandumê û tu kes jî nikare destûrê vegerîne parlamentoyê.
Li hember de hinek rayedarên YNKê û opozîsyonê jî ragihandin ku divê destpêkê destûr were hemwarkirin û paşê bikeve referandumê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse