Mizgîn armanca xwe diyar kir

13-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja kurd Mizgîn dibêje armanca wê ew e ku li cîhanê bibe navdar.

Stranbêja kurd Mizgîn bi klîba xwe ya yekemîn “Get You Off” di warê muzîkê de hat nasîn. Piştre klîba “If I Said I`m in Love” kişand û ji ber sedama ku dîmên  di wê klîbê de berevajoyê nirxên jiyana civakî ne rastî bertekan hat.

 

Mizgin ji Rûdawê re derbarê nerazibûnan de wiha got: “Ez wan rexneyan ji xwe re nakim xem. Bawer bikin ez wan rexenya naxwînim jî.”

 

Mizgîn diyar kir ew dixwaze ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê navdar bibe û wiha got: “Ez dixwazim bibim hunermendekê li tevahiya cîhanê tê nasîn. Ji bo vê armancê jî wek hunermendekê çi pêwîst bê ezê bikim. Rexneyên tên kirin jî ji rastiyê dûr in. Ev kes berê xwe nadin hunera min, bi tenê klîba min temaşe dikin.”












Mizgîn - Get You Off


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst