Li dijî zanîngeha Dêrsimê doz hat vekirin
Dêrsim (Rûdaw) – Sendîkaya Perwerdekarî û Mamostayan Egîtîm-Sen a Dêrsimê li dijî şêwazê bilindkirina pileya mamostayên Zanîngeha Dêrsimê nerazîtiya xwe derbirî û di vî warî de daxuyaniyekê belav kir.
Baskê Egîtîm-Sen a bajarê Dêrsimê îro duşemî 13ê Hezîran a 2016 li dijî şêwazê berzkirina pileyên mamostayên Zanîngeha Dêrsimê bertek nîşanî rêveberiya zanîngehê da. Egîtîm-Sen a Dêrsimê ragihand ku bi gilînameyek doz li dijî Serokê Zanîngeha Dêrsimê Prof. Dr. Ubeyde Îpek vekirine.
Komek mamostayan li avahiya Egîtîm-Sen a Dêrsimê ji çapemeniyê re daxuyanî dan. Li ser navê mamostayan daxuyaniya hevbeş Serokê Egîtîm-Sena Dêrsimê Suleyman Guler xwend.
Guler got, ku di berzkirina pileyên wekî doktora, doçentî û pirofesoriyê de Rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê objektîf û babetiyane tevnagere. Guler anî ziman, rêveberiya zanîngehê, ne li gorî pîvan û rêziknameya zanîngehan, belku li gor kêfa dilê xwe pileyan berz dike û mamostayên nû werdigire.
Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsimê Suleyman Guler tekez kir, bi gilînameyek doz li dijî Serokê Zanîngeha Dêrsimê Prof. Dr. Ubeyde Îpek vekirine.
Guler, di vî warî de wiha pê de çû: "Ji ber bêpîvaniya berzkirina pileya mamostayan, destnîşankirinên keyfî, li gor şexsan danezanên berzkirina pileyan û ji ber kar û kiryarên derhiqûqî û neheq me li dijî Serokê Zanîngeha Dêrsimê Prof. Dr. Ubeyde Îpek doz vekir. Hinceta vekirina vê dozê ew e ku Îpek post û erkê xwe bi xirabî bi kar aniye û sûc kiriye. Me bi hejmara 2016/1056 me serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê giliyê Serokê Zanîngehê kir. Em dê vê dozê ji nêzîk bişopînin."