Kurdekî dest ji mamostatiyê berda û bû şivanê pez û hostê Kebaba Çaxê
Erzirom (Rûdaw) - Gera tîma Rûdawê li bajar û gundên Serhed a Bakurê Kurdistanê berdewam e. Tîma Rudawê vê carê jî seredan gundekî Erziromê kir, ku ew gund bi çêkirina Kebaba Caxê navdar e.
Herêma serhedê li Bakurê Kurdistanê bi zozanên xwe yên hênik navdar e. li van zozanan ajeldariyeke mişe tê xudankirin. Herwiha goştên heremê jî navdar in. Asim Ozdemir jî xelkê gundê Kirwas a navçeya Olur a Erziromê ye û ew mamosteyê dersa wêjeyê ye. Lê mamoste Asim piştî demekê dest ji mamostetiyê berdide û berê xwe dide zozanên Serhedê û dibe şivan.
Hosteyê Kebaba Caxê , Asim Ozdemir derbarê vê biryara jiyana xwe de ji Rûdawê re axivî û got: “Di zarokatiya xwe de bala min li ser şivaniyê hebû.min zanko xwendiye û 4 - 5 salan jî ez mamoste bûm. lê ez ji azadiya çiyayan hez dikim. min waz ji karmendiya dewletê anî û min berê xwe da van çiyan.”
Mamosta Asim dema ku pezê xwe diçerîne hûnerên xwe jî pêşkeşî van çiya û zozanan dike, lê tekane hunera wî ne tenê deng û tembûra wî ne, ji ber ku ew di heman demê de hostayê çêkirina Kebabê Çaxê ye ku ew kebab li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û heta gellek deverên cîhanê navdar e.
Asim Ozdemir ku hostayê Kebaba Caxê jî ye, dibêje: “Pezên me li zozanan di nava sirûşteke xwaziyî de diçerin. Dema serjêkirina wan hat em bi taybetî yên stîwîr serjê dikin. Divê mî yan bizin ne za be. heke îmkan hebe divê goşt 24 heta 48 seatan bisekine. eger îmkan nebe divê herî kêm 5-6 seatan bisekine . Wê demê goşt baştir dibe û çêkirina wê jî hêsan dibe.”
Piştî ku Asim goşt bi li çaxan girêda îcar alîkarê wî agirê menqelê gur dike. Hilkirina agirê menqelê jî kelandina kebabê çaxê jî, bi serê xwe hûnerekê dixwaze.
Hosteyê Çêkirina Kebabê Serhad Ozdemîr jî li ser şêwaza çêkirina Kebaba Çaxê dibêje: “Em goştî bi xwê , îsat û pivazê dihêrin. Di çanda me de cihê kebaba çaxê ji ya kofteyê zêdetir heye. Hema hema li ber derê her malê menqeleke wisa heye. Rojên taybet û di dema hatina mêvanan de zêdetir tê çêkirin. “
Li Serhedê dema ku nêzîkî fitarê dibe, serhedî berê xwe didin cihê mamoste Asim û kevneşopîya bi sedan salan a Kebaba Çaxê sifreya fitarê şên dike.
Hemwelatî Koksal Harmancî derbarê Kebaba Çaxê de wiha nêrîna xwe tîne ziman: “Kebab divê gerim bê xwarin. Di dema xwe de min yekcar 25 çax dixwarin, lê niha êdî ez evqas nikarim bixwim.”
Nedîm Tekîn hemwelatiyekî din ê serdehî ye û dibêje: “Xelkê me yên navçeyên bakur xwarina vê Kebabê weke çandekê dibînin. Kebab di nava me de çandek e. Li malê xwarin çêkirinbûn, lê dema min agir dît ez yekser hatime wir.”
Hemwelatiya bi navê Hafîze Canlî jî got: “Min berê pirr çêdikir. min goştê xwe amade dikir û min li çaxê dixist. Di nav refên goştî de min ava pîvazê lê dikir. Qatek goşt ser de ava pîvaza. Paşê me menqele xwe gur dikir û me çaxa xwe didanî ser. Heta goşt weke hinaran sor dibe divê li ser menqelê be.”
Di van salên dawî de her çend rêjeya xudan kirina merûmalî li bajarên serhedê kêm bû ye jî lê hê jî gellek malbat debara xwe bi wî karî dikin.