PDK û YNKê li ser giştpirsî û çalakkirina parlamentoyê dicivin
Hewlêr (Rûdaw) - Civîna herdu polîtbîroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê berdewam e.
Li gor zanyariyên Rûdawê, civîn li bajarê Hewlêrê birêve diçe û giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û çalakkirina Parlamentoyê Herêma Kurdistanê mijarên sereke yên civînê ne.
Roja yekşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna serkirdayetiya PDKê ragihand ku di demeke nêzîk de ewê ligel YNKê bicivin.
Ev jî yekemîn civîna piştî 7 Hezîranê ye aliyên siyasî ji bilî Komel û Tevgera Goranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û tê de roja encamdana giştpirsiyê hat diyarkirin.
Biryar hat dan ku roja 25ê Îlonê giştpirsî li Başûrê Kurdistanê were encamdan.