Li Zaxo qeza: 4 kes mirin
Zaxo (Rûdaw) – Li di navbera rêya navçeya Zaxo ya Duhokê û gundê Batifayê de pikapek û kamyonek li hev ketin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Hatûçûnê ya Duhokê Azad Taha ji Rûdawê re ragihand ku du bi şev seat 02.20ê di navbera rêya Zaxo û gundê Batifayê de pikapek û kamyonek li hev ketin.
Azad Taha diyar kir ku di encama qezaya hatûçûnê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesekî jî birîndar bû.
Taha da zanîn qezayê ji ber ku pikapê bilez kiriye rû daye.