Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê li ser îdiaya derbarê yekem roja Cejna Remezanê de ragihand ku roja pêncşemê cejn nîne û Lijneya Dîtina Heyvê dê êvara pêncşemê bicive.
Berdevkê Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl derbarê roja yekem a Cejna Remezanê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, îdiayên ku li hinek cihan hatine belavkirin û dibêjin roja pêncşemê yekem roja cejnê ye, red dikin.
Nebez Îsmaîl eşkere kir ku Lijneya Dîtina Heyvê ya li Wezareta Ewqaf dê êvara roja pêncşemê 14ê Hezîrana 2018an bicive ji bo diyarkirina yekem roja cejnê ku ew jî li gor dîtina heyvê, dê yan roja înê, yan jî roja şemiyê bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse