Li Sêrtê di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li herêma di navbera Sêrtê û navçeya wê Dihê de şer di navbera leşkerên wî welatî û gerîlayên PKKê de derket û di encamê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan. Ji aliyê din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 4 gerîlayên xwe yên di 8ê Hezîranê de li îdirê canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li rasta Çiravê ya di navbera parêzgeha Sêrtê û navçeya wê Dihê de, yekîneyên ewlekariya Tirkiyê  yên ser bi fermandariya çendirmeyan ve, bi piştgiriya hêzên esmanî, operasyonek pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di encama wê operasyonê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. 

Hat ragihandin ku li herêma navborî opersyonên artêşa Tirkiyê li herêmê berdewam in.

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandina HPGê ya ser bi PKKê ve jî derbarê operasyonên li Amed, Şirnex û Gareyê de daxuyanî daye, lê di derbara daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de, ti daxuyaniyeke piştrastkirinê nedaye.

Herî dawiyê navenda ragihandina HPGê ya ser bi PKKê ve, ragihandibû ku, duh, 12’ê Hezîranê, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, deşta Kaviya ya li gundê Kanîsarkê yê ser bi navçeya Garê ya Herêma Kurdistanê, bordûman kirine û di encamê de, li devera navborî agir bi daristanê ketiye.

Li gor daxuyaniya HPGê 8ê Hezîranê artêşa Tirkiyê li devera gundên Cumate, Hindis û Selima yên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê dest bi operasyonekê kir û ew operasyona bi piştevaniya helîkopter û gelek wesayîtên zirxî pêk hatiye, artêşa Tirkiyê bi dijwarî devera operasyonê bombe kirine.

Di beşeke din a daxuyaniya HPGê de tê gotin 10ê Hezîranê artêşa Tirkiyê li devera Mergezerê ya li bejahiya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyon kiriye û heman rojê di saetên nîvroyê de bi desteka helîkopteran hêzên an ên hinek dever bombe kir, bi helîkopterên Skorsky leşker danîne wan deveran.

Herwiha HPGê nasnameya 4 gerîlayên xwe yên 8 Hezîrana 2020an li herêma Îdirê canê xwe ji dest dane eşkere kir.