KCKyê li ser êrişên Îsraîlê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser êrişa Îsraîlê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya ANFyê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê şermezar kiriye.
Konseya Birêvebir a KCKyê eşkere kir ku şer ne çareseriya pirsgirêkan e û divê siyasetên şer bên terkkirin.
Koma Civakên Kurdistanê di daxuyaniyê de amaje bi êrişa Îsraîlê kir û wiha got: "Şeva derbasbûyî Îsraîlê êrişeke berfireh a asmanî li dijî Îranê pêk anî.
Mixabin ev êriş, şerê ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan tundttir bû û ji her alî ve zererên mezin da gelan, wêrankirin û êşên mezin çêkir û rewş kûrtir kiriye.
Şerê ku bi armanca hêz, desthilat û hegemonya ji aliyê dewletan ve tê pêşvebirin, bi ti awayî çareseriyê ji pirsgirêkan re nîne û zerereke mezin dide gelan.
Dibe sedema êşên mezin, mirin, wendabûn û wêrankirinê."
"Pêwistî bi têgihîştina modernîteya demokratîk heye"
Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê banga diyalogê li aliyan kir û wiha got:
“Em careke din diyar dikin ku çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi têgihîştina modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk mimkin e.
Rêbertiya me ji bo derbasbûna vê astengiya dîrokî ya Rojhilata Navîn di nava hewldaneke mezin de ye.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27ê Sibata 2025an li ser vê bingehê bû. Şerê kûrbûyî û zererên ku şer dide gelan, careke din girîngiya vê banga dîrokî nîşan daye."
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.