Li Qamişlo parsek zêde bûne

 

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê parsek zêde bûne, welatî jî ji vê yekê bêzar bûne.

Li Qamişlo parsektî roj bi roj zêde dibe û kesên ku parsektiyê jî dikin, piranî ereb in.

Welatî dibêjin, em êdî ji parsekan bêzar bûne çimkî em nizanin çi ji wan bikin…

Hinek welatî jî dibêjin, hinek parsek ji bo diziyê vî karî dikin…