Kurdekî Rojava li Silêmaniyê master bi dest anî

13-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Kurdekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn li Zanîngeha Silêmaniyê dîploma masterê bi dest anî.

Mihemed Şêrîn li Zanîngeha Silmaniyê ev 3 sal e dixwîne û bawernameya xwe ya bi navê “Aboriya Îslamî” pileya “pir baş” sitand.

Ew kurdê Rojava beşa şerîetê li Zanîngeha Selahedînê ya bajarê Hewlêrê bi dawî anîbû û piştre bo masterê li Zanîngeha Silêmaniyê hatibû wergirtin.

Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û ev nêzîkî 11 salan e ku li Başûrê Kurdistanê dijî. Mihemed Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst