Li Kobanî du dayikên Kurd daxwaza keçên xwe yên 'revandî' dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, du keçên biçûk winda bûne û malbata wan dibêjin, grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger ew birine ji bo ku wan çekdar bikin. Li aliyekê din Ofîsa Berevaniyê ya Rêvewberiya Xweser jî îro ragihand, ku ew pabendî peyman û qanûnên navdewletî ne û ew zarokan çekdar nakin.

Li gor agahiyan, yek ji wan keçan navê wê Ehlam Mislim Hisên e û ji gundê Siftekê ye û di sala 2006 de ji dayîk bûye, temenê wê 14 sal in.

Keça din a ku winda ye, navê wê Xezal Mihemed Mistefa Îso ye, ew jî ji heman gundê Siftekê ye, di sala 2005 de ji dayîk bûye, temenê wê jî 15 sal in.

Malbatên wan herdu keçan dibêjin, ku Ciwanên Şoreşger keçên wan birine, daku bikin çekdar.

Ciwanên Şoreşger rêxistinek e ku weke ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê naskirin û di salên derbasbûyî de kiryarên weke birina zarokan û herwiha êrîşên bo ser ofîs û baregehên partiyên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêk anîne.

Malbatên wan keçan tevî gundî û zarokan, li nav gundê xwe weke nerazîbûnekê pankart bilind kirin û têde bi dirûşmên ku li ser pankartan hatibûne nivîsandin, piştgîriya xwe ji bo HSDê diyar kirin û li dijî birina zarokan û bi çekdarkirina wan helwesta xwe nîşan dan.

Herwiha li ser pankartan dirûşma Na ji bo Ciwanên Şoreşger û Belê bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatibû nivîsandin.

Malbatên wan keçan û gundiyên Siftekê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî û Netewên Yekbûyî xwestin, ku rê li ber bi çekdarkirina zarokan bigirin.

 

 

Dîmenên wê kombûna nerazîbûnê taybet ji bo Rûdawê hatine şandin û têde dayikên herdu keçan diaxivin û bang li wan kesan dikin ku keçên wan birine û ji wan dixwazin, ku keçên wan li wan vegerînin.  

Sebah Temo dayika Xezal Mihemed Mistefa bi kelegirî dibêje: “Navê keça min Xezal e ji gundê Siftekê, emrê xwe 15 sal e, ew revandine û birine.”

Gulê Mehmûd Îso dayika Ehlamê jî dide zanîn, dema ku li bin konê taziyekê ew mijûlî bûne, keça wê hatiye revandin. Gulê Mehmûd Îso dibêje: “Ez dayika Ehlamê me, keça min emrê xwe 16 sal e, konê me danîbû, hatin ji bin kon revandin û birin. Konê me yê wehîda ne. Zarokên me diçûn mektebê, çentê xwe li şûnê mane, qelem û defterê xwe li şûnê mane, kezeba me şewitî.”

Ev yek di demekê de ye, ku her îro Ofîsa Berevaniyê ya Rêvewberiya Xweser eşkere kir ku ew rêzê li hemû peyman û yasayayên navdewletî digirin û zarokan çekdar nakin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku li gor madeya hejmara 14 ji Yasaya Erkê Xweparastinê, nabe tu ciwanek ji bo xizmeta xweparastinê bê erkdarkirin eger temenê wan 18 sal derbas nekiribin.

Pêştir siyasetmedarê Kurd Şêrwan Îbrahîm piştî hevdîtina xwe ya ligel Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî ji Rûdawê re ragihandibû ku Mazlûm Kobanî gotiye ku ew dê wan zarokan li xwediyên wan vegerînin û ew kesên ku zarok birinê dê bêne cezakirin.