Wan - Otomobîl ket kanala avê: Bav û kur mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ket nav kanala avê, 2 kes mirin.

Otomobîleke ku ji aliyê navçeya Westanê ber bi parêzeha Wanê ve diçû, li navçeya Artemêtê ket nav kanala avê.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavger ên Rêveberiya Şaxa Bendera navçeyê û tîmên tendurisiyê çûne cihê bûyerê.

Piştî karên rizgarkirinê, tîma binavger welatiyên di nav otomobîlê de derxistin.

Hat ragihandin ku şofêrê otomobîlê Muhammet Korkmaz û kurekî wî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û kurekî wî jî birîndar bûye û tîmên tenduristiyê ew bir nexweşxaneyê.