Li Qersê Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîgorê ya Qersa Bakurê Kurdistanê, Mala Muze û Çanda Qazî Mihemed hat vekirin.
Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak bi îmkanên xwe yên şexsî li gundê Mewrekê yê navçeya Dîgorê ya Qersê ji bo bîranîna damezirînerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed vekir.
Nûnerên partiyên siyasî, dezgehên sivîl û gelek kesayet beşdarî vekirina muzeye bûn
Di nav beşdariyan de Hevserokên Şaredarîya Qaxizmanê Guner Hatay û Mehmet Alkan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Rêveberên DEM Partiyê, şandeya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Serokê Meclisa Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan û endama PWKyê Medya Boskan pêk hatibû hebûn.
Ji bilî van şandeyeke PSKyê, Şaredarê Pazarcixê Husnu Anci, çîrokbêj Ayhan Erkmen û gelek kes tev li merasîma vekirinê bûn.
Nevîyê Pêşewa Qazî Mihemed ê bi navê Kawa Elî Qazî jî dê beşdarî merasîma vekirina muzeyê bûbûya lê belê ji ber ku balafira wî di wexta xwe de ranebibû, nikarîbû bigihîşta merasîmê.
Kawa Elî Qazî bi peywendiya telefonî beşdarî merasîmê bû û spasiya Mahmut Alinak û hemû beşdaran kir.
Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Ramazan Erkmen, “Mîna muzeya îro hatiye vekirin, divê em xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin.
Pêvajoyeke nû dest pê kir. Divê hemû saziyên Kurd xwedî lê derkevin.”
Çîrokbêj Ayhan Erkmen, helbesta Qazî Mihemed a “Kurdistan yek parçe ye” xwend.
“Li vir ala reş li ba dibe”
Avakarê muzeyê Mahmût Alinak derbarê armanc û pêvajoya avakirina muzeyê de axaftinek kir û spasiya beşdaran û kes û aliyen ku jê re bûne alîkar kir.
Alinak amaje bi wê yekê kir ku dengê Qazî Mihemed niha Serhedê bilind dibe û wiha domand:
“Di heman demê de li vir ala reş li ba dibe. Ev der mala şînê ya Kurdistanê ye. Ev der, mala şînê ya Koçgirî, Geliyê Zîlan, Çiyayê Agiriyê, Robozikê û Jêrzemînên Cizîrê ye.
Ji bo şehîdên Kurdistan û cîhanê mala şînê ye. Lewma ev der bibe ziyaretgeha me.
Kurdistan kengî azad bibe, wê rojê dê ev ala reş bê daxistin û li şûna wê rengên kesk, sor û zer bên li ba kirin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay jî derbarê girîngiya vekirina muzeyê axivî.
“Vekirina muzeyê wateyeke xwe ya neteweyî heye”
Mehmet Can Azbay wiha got:
“Em îro bi minasebeta vekirina Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed li vê derê ne.
Li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Qersê, vekirina Muze û Mala Çandê ya Pêşewa Qazî Mihemed wateyeke xwe ya girîng, neteweyî, niştimanî heye û em bawer dikin ku ev dê di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire.
Wekî ku tê zanîn îro, salvegera du bûyerên mezin û diltevzîn ên di dîroka Kurdistanê de rûdane ye.
Îro 95emîn salvegera jenosîda Geliyê Zîlan e.
He rwiha 36 sal berê wekî îro Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Abdurahman Qasimlo û du hevalên xwe, li Viyenayê ji alîyê sixurên Dewleta Îranê ve hatin qetilkirin.
Em bi vê minasebetê, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, şehîdên Jenosîda Geliyê Zîlan, Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed, hem ji bo bibîranîna Serokkomarê Dewleta Komara Kurdistanê, hem jî ji bo honadina pireke niştimanî di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, gaveke girîng, milî û hestyar e.
“Wasiyeta Qazî Mihemed rê û rêbaza wazîfeyên me nîşanî me dide”
Wasiyet û parastina Pêşewa Qazî Mihemed îro jî rê û rêbaza wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.
Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li miletê Kurd, Kurdistanê û Alaya Kurdistanê xwedî derkevin, parastina mafê neteweyî, xweîdarekirin û dewletbûnê bila bingehê siyaseta we be.
Dijmanatîya hev nekin û bi dijminên xwe neyên xapandin. Giringiyeke taybetî bidin yekitî, hevkarî, piştgirî û alîkarîya nav xwe. Rêzê li xwîn, ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd, dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigrin.
Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû, bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, bi tifaqa rêzdaran Kak Mesûd û Mam Celal û hevkarîya hemû partiyên Kurdistanê, îro li ser Parlementoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.
Bilindkirina Alaya Kurdistanê li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê, bicihanîna wasiyeta Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.
Niha jî Pêşewa Qazî Mihemed bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dike û dibêje:
Ew nakokî, pirsgirêk û nexweşîyên navxweyî deynin aliyekî û ji bo avakirina hikûmeteke hevbeş, ji bo hûn dezgehên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bikin yek, ji bo navçeyên mijara maddeya 140î wekî fermî vegerînin ser Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî, civakî, însanî yên gele me yê Başûrê Kurdistanê gavên pêwîst bavêjin.
“Ya herî pîroz azadiya Kurdistanê ye”
Pêşewa Qazî Mihemed ji serok, rêveber û endamên partiyan re dibêje:
Ne serokatiya we, ne rêvebertîya we, ne navê partîyên we ji doza serxwebûn û azadiya Kurdistanê ne bi qîmetir e û ne pîroztir e.
Pêşewa Qazî Mihemed ji me hemûyan re dibêje:
Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncan, jinan û hemû beşên civatê bi rêxistin bikin.
Gava ku em van wasiyetan pêk bînin, em dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir, Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd, Elî Şêr û yê hemû şehîd û pakrewanên Kurdistanê şad bikin.”