KERKÛK - Dayîkê kurê xwe yê 28 salî kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Pencaeliyê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ciwanekî ji aliyê dêya xwe ve hat kuştin.
Bûyer şeva borî qewimî û navê wî ciwanî Hîwa Şukir Mihemed Îbrahîm e û 28 salî ye.
Ew xelkê taxa Pencaeliyê ya Kerkûkê bû û li gorî daxuyaniyeke Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê, Hîwa li Silêmaniyê karmendê Dije Terora Kurdistanê bûye.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Ciwan ji aliyê dêya xwe ve bi demanceya xwe hatiye kuştin.
Dayîk niha desteserkirî ye, dosya jê re hatiye vekirin û dê derxin pêşberî dadgehê.”
Amir Nûrî li ser sedema bûyerê anî ziman:
“Wî ciwanî gelek pirsgirêk derdixistin, gelek caran bi serxweşî vedigeriya malê, malbat bêzar dikir û li wan dixist.
Ji ber vê yekê dêya wî gule lê reşandine û ew kuştiye. Heta niha jî kesî gilî tomar nekiriye.”
Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê di parvekirina xwe ya li ser tora civakî de nivîsandibû, “Wî li malê gule li xwe reşandine û gule li sînga wî ketiye, rewşa wî ne baş e.”