Li Raniyeyê 26 kîlogram Tiryak hat girtin

Raniye (Rûdaw) - Asayişa Rêveberiya Raperînê ragihand, ku hêzên wan dest danîne ser 26 kîlogram madeyên hişber de û 2 kes jî desteser kirine.

 

Rêvebrê Asayişa Rêveberiya Raperînê, Refîq Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, roja çarşembiya derbasbûyî 9ê Tebaxê hêzên wan li bajarokê Hacî Ava dest bi ser 26 kg madeyên hişber de girtine û 2 kes jî li ser wan madeyên hişber hatine desteserkirin.

 

Refîq Mihemed got, ku madeya hişber ku dest bi ser de hatiye girtin, ji curê Tiryakê ye.

 

Derbarê desteserkirina 2 kesan de jî, Refîq Mihemed da xuyakirin, ku ew her du kes bazirganên madeyên hişber xelkê deverê ne û desteserkirina wan li gorî zanyariyên pêştir bûye û tekez kir, ku di dema girtina wan de, tiryak bi wan re hebûye.

 

Rêveberê Asayişa Raperînê behsa wê yekê jî kir, ku heyama 4 rojane ku wan ew 2 bazirgan girtine û dest danîne ser madeyên hişber, lê belê ji ber berdewamiya lêkolînê û parastina nihêniyan, wan ew bûyer zû aşkere nekir.

 

Pêştir, bernameya Ligel Renc a televîzyona Rûdawê, çend bername li ser metirsiya madeyên hişber û çawaniya kontrolkirina sînoran amade kir û di wan bernameyan de gelek zanyariyên nû û metirsîdar derbarê bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişber li nava Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin.