Bi dahata pirtûka xwe xwendingehên nûjen dike

Hewlêr (Rûdaw) – Mamoste Omer Aslan bi dahata ji pirtûka nivîsîbû, xwendingehên li Wan û Mûşê nûjen dike.

Mamoste Omer Aslan (36) ku li Konyayê mamoste ye biryar da ku dahata ji pirtûka xwe ya bi navê “Aşk Engel Tanimaz” (Evîn astengê nas nake) bi dest bixe ji bo xwendekaran xerc bike.

Mamosteyê fedakar bi otomobîla xwe çû navçeya Erdîşa Wanê û navçeya Milazgira Mûşê xwendigehên li 8 gundan boyax û nûjen kirin.

Omer Aslan dîwarên xwendingehê, kursî, mesa û dolabên xwendekaran boyax dike bi piştgiriya xwendekaran polan ji bo perwerdeyê amade dike.

Aslan diyar kir ku dixwaze xwendigehên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covid-19) hatibûn girtin ji perwerdeyê re amade bike û got: “Pereyê ji dersên zêde qezenc dikim û yê ji pirtûkê tê min ji bo xwendingehan veqetand”

 Aslan dibêje: “Min pirtûka xwe ya nivîsandibû di destê xwe de gerand û firot. Bi pereyê kom bû jî xwendingehan nûjen dikim. Xelk gundan jî alîkarî dan. Me heta niha 8 xwendingeh amade kirin. Dema werin vekirin xwendingehê ji berê paqijtir bin, ez vê dixwazim. Bi vî karî kêfxweş dibim.”

Rêveberiê Perwerdeya Erdîşê Sadik Îşler spasiya Omer Aslan kir  û got keda ji bo xwendekaran dide kedeke bi nirx e.

Îşler diyar kir ku temîrata xwendingehan hat kirin û wiha axivî: “Birastî mamosteyê me projeyeke bibe mînak da destpêkirin. Ji bo me û gelek hevalan bû îlham. Bi otomobîla xwe hetan van deran û kêmasiyên xwendingehan temam kir, ev kedeke mezin e. Bi keda wî xwendingehên me gelekî baş bûn.”

Aysun Bakir a xwendekara pola 11 jî got: “Mamoste Omer xwendeingeha me boyax kir û gelekî xweş bû. Heftekekî li xwendingeha me xebitî. Der û dora xwendingehê paqij kir. Em gelekî kêfxweş kirin. Em spasiya wî dikin.”