Li Rihayê di xeta boriya petrolê de teqîn çê bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêrega parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, xeta veguhastina petrolê ya Botaşê teqiyaye û pêla petrol bi çend metreyan bilind dibe.
Li gor agahiyên destpêkê, di xeta veguhastina petrolê ya Êlih-Dortyolê de ya ser bi kompanyaya Botaş a Tirkiyê de ji ber sedemek nediyar teqînek çê bûye.
Boriya petrolê di 10 kîlometriya navçeya Siwêrega ser bi parêzgeha Rihayê ve teqiyaye û petrola ku ji boriyê diherike, ji cihê teqî ve bo esman bilind dibe.
Herwiha petrol li zeviyên derdorê jî belav bûye û ji ber kombûna neftê zirar gihîştiye zeviyên çandiniyên yên derdorê.
Tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ber bi cihên bûyerê ve diçin û ji ber egera teqîneke din tedbîr girtine.