Li Gurgumê bi pileya 4,2 erdhejek pêk hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgum a Bakurê Kurdistanê bi pileya 4,2 erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) hat dayîn, di demjimêr 06:50an da li navçeya Zulqederoxlî erdhejeke bi pileya 4,2an pêk hat.

Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 7,1 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.