Li Zaxoyê cenazeyê keça Êzidî Axîn hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Polîsê Zaxoyê ragihand, cenazeyê keça Êzidî Axîn Farûq a şeş salî piştî zêdetirî hefteyekê ji kuştina wê û bavê wê Farûq Mîrza Xelef, roja Înê li Zaxo ya ser bi Duhok a Herêma Kurdistanê hat dîtin.

Rêveberê Polîsê Zaxoyê Nizar Silêman roja Înê ji Rûdawê re ragihand, cenazeyê Axîn a 6 salî ku ji aliyê hevalekî bavê xwe ve hatibû kuştin, piştî zêdetirî hefteyekê hat dîtin.

Roja 4ê Tebaxa 2022an penaberekî Kurdê Ezidî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya şeş salî Axîn li gundê Hesen Reşo yê navçeya Zaxoyê winda bibûn. Piştî çar rojan dîtina cenazeyê Farûq Mîrza Xelef, roja Înê jî cenazeyê keça wî hate dîtin.

Polîsê Duhokê şeva 11ê Tebaxa 2022an, kujerê bav û keçeke Kurd girt û ew li xwe mikûr hat ku wî ew bav û keça Êzidî kuştiye. Her wiha kujer bi gumana windakirina du zarokên din tê tawanbarkirin û lêpirsîn li ser wê bûyerê jî dest pê kiriye. Berê jî ew kes bi kuştin û gefxwarinê hatiye girtin.