Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriyeyê kongreya xwe li dar xist

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê yekemîn kongreya xwe li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Di dema lidarxistina kongreyê de rewşa rêxistinî ya wê partiyê, mijarên weke rewşa Sûriyeyê û xemsariya civaka navdewletî ya derbarê wî welatî de hatin gotûbêjkirin.

Yekemîm Kongreya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê di bin van dirûşman de bi rê ve çû:

  • Ji bo danpêdana destûrî bi mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyeyê
  • Ji bo Sûriyeke ku teror û tundrewî lê nebe
  • Ji bo bidawîanîna dagirkariya Tirkiyeyê li navçeyên Kurdistanî
  • Ji bo yekîtî û yekrêziya Kurdan
  • Ji bo peydakirina mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeyê
  • Ji bo aktîvkirina rola ENKSyê

Herwiha beşdariyên kongreyê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwest ku “dest ji kiryarên revandin, girtin û birina ji bo leşkeriya bi zorê berde.”

Li aliyê din, endamên polîtburoyê jî hatin hilbijartin.