Wezîrê Geştyariyê yê Tirkiyeyê: Ev pêvajo ji bo Şirnexê derfeteke mezin e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy, li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku pêvajoya çareseriyê ji bo derxistina potansiyela Şirnexê û bajarên din ên herêmê derfeteke pir mezin e.

Mehmet Nurî Ersoy îro parêzgeha Şirnexê ziyaret kir û li gel çend rayedarên bajêr civiya.

Ersoy di serdana xwe de herî zêde bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku armanca wan xurtkirina aştî û biratiyê ye.

Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku pêngava herî girîng a dîrokî ya pêvajoyê di mehên borî de hatiye avêtin û got:

“Pêvajoya nû ya ku bi pêşengiya Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir, ji bo ku potansiyela Şirnexê û bajarên din ên herêmê derxe holê, derfeteke pir mezin e.

Înşallah em dê bi hev re piştgiriya vê pêvajoyê bikin ku dê aramiyê bîne bajaran û aştiyê xurt bike û em dê berpirsyariya xwe ya li hemberî Şirnexê jî bi cih bînin."

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê her wiha got:

"Em dixwazin li meydanên Şirnexê stranên aştiyê bên gotin, biratiya me xurt bibe, govend bên gerandin, li kolanan dengê muzîkê bilind bibe û birayên me yên Şirnexî di nav aramiyê de bijîn."

Festîvala Anadoluyê

Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku Wezareta Çand û Geştyariyê dê li pênc bajarên Bakurê Kurdistanê çalakiyan li dar bixe û got:

"Em li Şirnex, Colemêrg, Çewlig, Bedlîs û Dêrsimê bi beşdariya hunermendên xwe yên hêja 'Festîvala Anadoluyê' li dar dixin dikin."

Ersoy destnîşan kir ku ew her tim bi bandora huner û muzîkê ya ji bo xurtkirina aştî û biratiyê bawer bûne û ew dê xebatên xwe yên hunerî bidomînin.

“Em dê gavên pêwîst yek bi yek biavêjin”

Ersoy her wiha tekez kir ku Şirnex ji aliyê xweza, çand û dîrokê ve xwedî potansiyeleke mezin e û wiha pê de çû:

"Em dixwazin Şirnexa ku xwedî potansiyeleke wiha xurt e, ji vê pêşbaziya turîzmê û dahata wê para xwe ya ku heq dike wergire.

Em dê gavên pêwîst yek bi yek biavêjin da ku zêdetir geştiyar werin Şirnexê û xweşguzeraniya bajêr zêde bibe."

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê piştî axaftinên xwe Çiyayê Cûdiyê ziyaret kir û çû muzexaneya navçeya Cizîrê û li wan deran geriya.