Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan û Wezareta Petrolê ya Îraqê li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku protokola rêkeftinê ji aliyê "23 kesayetiyên şandeyên her du aliyan ve hatiye îmzekirin û 17 ji wan endamên şandeya Wezareta Petrolê ya Îraqê bûne."
Li gorî daxuyaniyê, civîn 17ê Tîrmehê dest pê kirine û di wê demê de serdana hemû zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Wezaretê da zanîn ku piştî nirxandina pirsgirêkên teknîkî, 11ê Tebaxê li ser mekanîzmaya hinartina petrolê rêkeftin hatiye kirin.
50 hezar bermîl ji bo navxwe
Li gorî rêkeftinê, rojane 50 hezar bermîl ji bo bikaranîna navxwe tê veqetandin û yên din jî li gorî berhema rojane radestî SOMOyê tê kirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî diyar kir, ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, tenê maye ku hikûmeta federal li gel Tirkiyeyê gotûbêjan bike û prose bê bicihanîn.
17ê Tîrmehê, Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser petrol û mûçeyê li hev kiribû.
Li gorî wê rêkeftinê, diviyabû Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar bermîl radestî Bexdayê bike û di berdêla wê de jî hikûmeta Îraqê ji bo berhemanîna her bermîlekê 16 dolaran bide kompanyayan.
Lijneya Wezîran a Îraqê di heman rojê de biryara şandina mûçeyê Herêma Kurdistanê dabû û di berdêla wê de diviyabû Herêma Kurdistanê 120 milyar dahata nepetrolî radest bike.
Li gorî rapora Wezareta Petrolê ya Îraqê, rojane li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê nêzîkî 130 hezar bermîl petrol tê berhemanîn.
Ev rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de di demekê de ye ku mûçexwerên Herêma Kurdistanê hîn mûçeyê meha Hezîranê wernegirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse