Ajokarê otobusê: Nijadperestên tirk hewl didan me bikujin

13-09-2015
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Otobusên rêwiyan ên bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarên Tirkiyê rastî êrişên nijadperestan tên. Lewma ev çend roj in, ji bajarên Bakur otobus ranabin.


Hinek otobusên rêwiyan ên Dêrsîmê ku çend roj bû ji ber êrişan li bajarên din asê mabûn, xwe gihandin Dêrsîmê.


Ajokarê Otobusê Aydin got,  nijadperestên tirk, derî û camên wesayîta şikandine û wiha domand: “Bi sator û qesetûreyan êriş dikirin. Otobusên me hemû hatin kevirkirin. Zerer û ziyaneke giran li heft-heşt otobusên me ketin. Fikarên rêwiyên me hene, ditirsin. Ewlekariya me nayê girtin."


Li gorî ajokaran armanca êrişkaran hewl dane rêwiyan jî tevlî wesayîtan bişewitînin. Ajokar nivîsên otobusan jê bikin jî dîsa nikaribûne ji êrişên nijadperestan xelas bibin.


Ajokarê Otobusê Selçûk Ocak jî anî ziman ew 7 saetan li Enqereyî asê man û got: “Hûn wesayîta me dibînin, hê jî derbê keviran lê diyar e. Di otobusê de jin, zarok, pîr û kal 35-40 rêwî hebûn. Armanca êrişkaran nijadperest ne tenê şewitandina otobusê bû, dixwastin me bikujin."


Rêwiyên otobusan jî li aliyekî xemgîn in ku ji ber êrişan asê mane û ji îş û karên xwe dereng ketine, lê li aliyê din jî şad in ku ji mirinê filitîne.


Hinek xwendekar jî ji ber êrişên nijadperestan beşên xwe vediguhezînin zanîngehên li bajarên Bakurê Kurdistanê.


Li gorî karsazan jî şer di her warî de zerer û ziyaneke mezin digihîne welatiyan.


Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê Yusuf Cengîz jî wiha got: "Wekî Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ji bo piştevaniya fîrmayên otobusan me serdana vir kir. Ji ber êrişan ev çend roj in otobusên herêmê seferên xwe betal kirin. Em naxwazin li Tirkiyeyê şerê biratiyê çêbibe. Em dixwazin şer raweste û pêwîst e dîsa pêvajoya aştiyê were destpêkirin."


Rêwî dîsa dikevin ser rêyan. Lê belê yên diçin bajarên Tirkiyeyê bi xof û fikar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst