Kerkûk (Rûdaw) – Wezîrê Perewerde yê Herêma Kurdistanê Pîştîvan Sadiq ji eniya Rojavayê Kerkûkê soz da mamostayan da ku piştî cejnê meaşên wan bên belavkirin.
Pîştîvan Sadiq ku di heman demî de bi wekalet Wezîrê Karûbarên Olî ye jî, di yekemîn roja Cejna Q!urbanê de serdana eniya şer a Rojavayê Kerkûkê kir û ligel pêşmergeyên Lîwaya 10 a Wezareta Pêşmerge, nimêja cejnê kir.
Sadiq ji Rûdawê re ragihand, “Em hatine ji pêşmergeyan re bêjin, heta hûn li van çeperan de bin û bi morala bilind Kurdistanê biparêzin, em jî soz didin ku deriyê dibistanan nayên girtin û em nahêlin çiraya ronahiyê vemire. Ya em bi zanistê pêşkeş dikin li hember erkê we kareke biçûk e. Bi hewlên we serkeftin û paşerojeke nû ji bo gelê kurd nêzîk e.”
Piştîvan Sadiq herwiha soz da ku piştî cejnê meaşên mamostayan bên belavkirin û got, “Ez ligel xem û êşa mamostaya me. Dizanim di çi rewşeke giran de ne. Soz didim ez ê bibim mezintirîn parêzerê mafên wan. Ez deyndarê wan in.”
Wezîrê Perwerde tekez kir ku ew naxwazin dibistan bên boykotkirin û deriyên dibistanan bên girtin.

.jpg&w=3840&q=75)

